DEM Partî ber bi Enqereyê ve dimeşe
Pêncşem 11 Kanûn 2025 - 03:25

Hevberdevka Komîsyona Kedê ya DEM Partiyê Sevtap Akdag li ser meşa "Nan û Aştî" ya ku DEM Partî dê ji çar baskan ve bide destpêkirin axivî û got: "Em ê li dijî polîtîkayên aboriyê yên ku xizaniyê mayînde dikin, ber bi Enqereyê ve bimeşin."
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), têkildarî gotûbêjên li ser Pêşniyarqanûna Budçeya Navendî ya Sala 2026'an li Meclîsê didomin, dê ji çar aliyên Tirkiye û Kurdistanê ber bi Enqereyê ve meşekê li dar bixe. Baskên meşê yên ku dê di 12'ê Kanûnê de dest pê bikin, dê di 14'ê Kanûnê de bigihîjin Enqereyê. Meş dê bi mîtîngekê bi dawî bibe.
Hevberdevka Komîsyona Kedê ya DEM Partiyê Sevtap Akdag li ser meşê diyar kir ku ew wek DEM Partî û her wiha rêxistinên ked û demokrasiyê li Tirkiye û Kurdistanê xebatên xwe yên ji bo nan û aştiyê didomînin.
Sevtap Akdag bal kişand diyar kir ku rexmê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a berdewam dike, ji sedî 35'ê para budçeyê ji bo şer hatiye veqetandin û ev tişt got: "Em wek DEM Partî di van gotûbêjan de ji bo bicihanîna daxwazên gel têkoşînê didin. Li gorî fikra me divê budçe ji bo avakirina zemînek aştiyane ya demokratik were nirxandin. Budçeya îsal divê bêguman ji bo nan û aştiyê be. Pêwîst e para ku ji bo çekdarî û şer hatiye veqetandin were kêmkirin û hem dahata zêde ya ku dê ji vir bi dest bikeve, hem jî dahata ku ji sermayeyê û faîzê re hatiye veqetandin ji bo polîtîkayên ku xizaniya gel ji holê radikin, were veqetandin."
Sevtap Akdag diyar kir ku baskê Marmarayê dê ji Çerkezkoyê ya Tekîrdagê, baskê Egeyê ji Aydin û Muglayê, baskên Amed û Hatayê jî dê bi bajarên din re bibin yek û bigihîjin Enqereyê û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ev çar bask dê bi rastî bibin bersiva sembolîk a xebatên ku me li hemû herêman kirine. Li dijî polîtîkayên aboriyê yên ku xizaniyê ji bo her kesî mayînde dikin, ji bo daxwazên ku vê yekê aşkera dikin, ji bo ku kêmtirîn mûçeyê û mûçeya teqawibûyî derxînin şertên jiyaneke mirovane, ji bo ku gel para xwe ji budçeyê bigire, em ê di 14'ê Kanûnê de li Enqereyê bin."
MA / ENQERE / SEMA BÎNGOL















