Kujer sîxurê kê ye?

Nûçeyên Dîaspora

Sêşem 12 Kanûn 2023 - 16:21

SELMA AKKAYA / PARÎS

Berdevkê Têkiliyên Karên Derve yên Konseya Demopkratîk a Kurdan li Fransayê Agît Polat, li ser komkujiya duyem a Parîsê ya 23´yê Kanûna 2022´yan agahiyên nû û esas ecêb bi me re parve kirin.

Di komkujiya 23´yê Kanûna 2022´yan de li Navenda Çanda Kurd a Ahmed Kaya, êrişkarê bi navê William M. Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil şehîd kiribûn. Agît Polat da zanîn ku li pey kujer dibe ku hin hêzên din hebin û paşê wiha dewam kir: “William M. ê kujer, pîlotê balefirê ye, makînîstê trênê ye, sekvan e, paraşutvan e … kesê li hemberî me xwedî profîla ajanekî ye yê ku bi taybetî hatiye perwerdekirin. Wê gavê em dipirsin: Ev ajanê kê ye?”

 

Lê pirsîn seresere hat kirin

Agît Polat da zanîn ku rayedarên Fransayê lêpirsîn seresere kirine, û wiha peyivî: “Heta niha ti tişta darîçav, bipêşketineke berbiçav nîne. Sermeselê, maleke qatil heye, sala 2016´an deriyê wê hatiye girtin û mohrkirin. Li wê malê 22 sîlehên cihê hene. Lê piştî komkujiyê bi ser vê malê de nayê girtin, hîna nû mehekê piştî komkujiyê bi ser malê de digirin. Çima wiha dereng bi ser vê malê de girtin?”

Agît Polat bi bîr xist ku 7-8 deqîqeyên qatil ên ku li semta Saint-Denisê neketiye ber çavdêriya kamerayan heye û ka wî di vê demê de çi kiriye jî heta niha nehatiye zelalkirin: “Li semta Saint-Denisê demeke 7-8 deqîqeyan heye, ya ku nakeve ber çavdêriya kamerayan û nayê zanîn ka li ku bûye û çi kiriye. Meseleya nayê zanîn jixwe hemû li vir e. Em wisa dihizirin ku ew di vê demê e çûye sîlehê bîne. Çenteyê di destê wî de yê sibehê û çeneteyê dema komkujiyê di destê wî de ne heman çente ne. Ev çenteyê reş heta îro jî nehatiye dîtin. Ka ew çente li ku ye?” 

 

Hevparên vî qatilî hene

Di dewamê de Agît Polat bal bire ser wê yekê ku lêpirsînê berê xwe nedaye hevkarên muhtemel ên qatil û got, “Em dibêjin, qatil wê rojê ne bi tenê bû, hevparên wî hebûn. Gelo dê û bavên wî yan hineke din in? Li pişt qatil hêzên din hene: Gelo ew ajanê yekîneyên leşkerî yên Fransayê ye? Gelo ew ajanê Tirkiyeyê ye? Ji ber ku bi Rûsî dizane, mirov dikare bipirse, gelo ew sîxurê Rûsan e? Rûsan li gorî xwe gelo qenciyek bi Tirkan kir? Wekî din ew bi Ibranî jî dizane. Gelek pirs hene ku divê bersiva wan bê dayîn, bên ronîkirin.”

 

Çawa ti kesî ti çavdêrî nekiribe?

Agît Polat di dawiyê de balê dibe ser daxuyaniya dadgerê lêpirsînê li ser pêvajoya hepsê ya qatil William M.: “Li gorî gotinên dadgerê lêpirsînê, li ser wê yekê ka li hepsê qatil bi kê re têkilî danîne, wan îfadeya tevahiya kesên ne welatiyên Fransayê, yan jî bi eslê xwe ne Fransî girtiye. Lê belê dadger îdîa dike ku di lêpirsînan de tiştekî berçav nedîtiye. Ev jî rewşeke ku mirovî re şik û gumanê çêdike. Ma hema kesekî jî çavdêriyek derbarê vî kesî de li hepsê nekiriye?”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.