- Marlene Dietrich bi têkoşîna xwe ya li hemberî Hîtler tê zanîn. Ew 27’ê Kanûna 1901’ê li Schoneberg ê hatiye dinê.
Marlene Dietrich bi têkoşîna xwe ya li hemberî Hîtler tê zanîn. Ew 27’ê Kanûna 1901’ê li Schoneberg ê hatiye dinê. Wek stranbêja kabare wê dest bi kar kir û di 1920’an de li Berlînê ket nav pîşesaziya filmçêkeriyê û di 1930’î de li Holywoodê derket pêş.
Wek pêşenga “cilên maskulen” hat qebûlkirin. Di navbera 1950-60’î de gelekî navdar bû û bû îkoneke girîng. Wê red kir ku di filma propagandaya Naziyan de lîstikvaniyê bike, di cîhana sînemayê de pêşdarazên zayendî û nijadperest şikandiye. Bû namzeta oskarê, li gorî lîsta Înstîtuya Filman a Emerîkayê di rêza jinên herî girîng de ew 9’em bû.
6’ê Gulana 1992’an mir. Wê otobiyografiya xwe nivîsand û 1979’an ev otobiyografiya wê hat weşandin.
NAVENDA NÛÇEYAN