Li Tişrînê çete tarûmar bûn
În 10 Çile 2025 - 03:05
Navenda Ragihandinê ya QSDˈê der barê bîlançoya şer û pevçûnên li bakurê bendava Tişrînê û gundewarên li başûrê rojhilatê bajarê Minbicê ya 2 rojan de, daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:"Di şer û pevçûnên roja Çarşemê yên li bakurê bendava Tişrînê û başûrê rojhilatê bajarê Minbicê de, hejmara kuştiyên çeteyên dewleta Tirk a dagirker bû 63 û 37 çete jî birîndar bûn. Rewşa gelek ji van birîndaran jî giran e. Dibe ku kuştî zêdetir bibin. Pêr sibehê çeteyên dewleta Tirk a dagirker bi desteka balafirên şer û yên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker êrişeke berfireh li dijî gundên Elûş, Til Erîş û Girê Syriatel ên li derdora bendava Tişrînê û başûrê rojhilatê Minbicê û girê gundê Til Zemale pêk anîn. Hêzên me bersiva êrişan da û şerekî giran derket. Di şer de ku heya saetên êvarê dom kir, 63 çete hatin kuştin.
Her wiha tankek, 5 erebeyên leşkerî û 3 erebeyên zirxî yên bi tîpa BMB hatin rûxandin. Ji ber berxwedana hêzên me, çete neçar man birevin û kuştî û erebeyên xwe yên wêrankirî li dû xwe hiştin."
ANHA