Li ku bên rawestandin ew der sînor e

Seevan SAEED nivîsand —

Sêşem 2 Tebax 2022 - 21:33

  • Rastî ew e ku dewleta Tirk dixwaze tevahiya dinyayê dagir bike. Lê qewet û desthilata wê destûra heta bi ku dide, ew meseleyeke din e. 

Gelo dewlet a Tirk dixwaze heta bi ku derê Kurdistanê dagir bike? Gelo tenê dixwazê sînorên xwe yên fermî qaşo ji gerîla biparêze? Rastî ew e ku dewleta Tirk dixwaze tevahiya dinyayê dagir bike. Lê qewet û desthilata wê destûra heta bi ku dide, ew meseleyeke din e. Dewlet a Tirk lazim e were sekinandin. Li ku derê ew bê sekinandin, ew der dibe sînorê wê. Tayyip Erdogan bi xwe, çendin caran gotiye, sînorên wan ên fermî û sînorên wan ên ji dil cuda ne. Tirk dixwazin dagir bikin, talan bikin, bikujin û bişewitînin. Minakên me li Bakur, Başûr û li Rojavayê Kurdistanê jî zêde hene.

Li Bakur, jixwe zelal bûye ku li ser navê sînorên fermî tevahiya talan, kuştin û şewitandina li ser axa Kurdistanê meşandiye. Bi milyonan Kurd koçberî welatên derve û metropolan bûne. Çendin hezar gund û bajarên Kurdistanê kavil bûne. Qirkirina fizîkî û çandî û dîrokî hatine meşandin. Li Rojavayê Kurdistanê jî dîroka qirkirin û talankeriyê ya dewleta Tirk pirr e. Ne tenê van çend salên bihurî ku hêzên Kurdistanî li Rojava hene; ne tenê dagirkeriya Efrîn, Serêkanî û Girê Spiyê, belkî jî ji mêj ve ew talankerî û dagirkeriya Tirkan li ser Rojavayê Kurdistanê heye. Li Başûrê Kurdistanê jî dewleta Tirk hertim xwestiye ku dagirkeriyê bike. Di 30 salên bihurî de, her diçê dewleta Tirk, leşker û îstixbaratên wê zêde dibin.

Ji her tiştî xerabtir û ne xweştir jî ew e ku dewleta Tirk bi alîkariya Kurdan bi xwe, welat dagir dike. Li her parçeyê Kurdistanê mixabin alîkarên dewletê zêde ne. Di nav Kurdan de, bi wan kesên xayîn yanî ewên ku alîkariya dijmin dikin, dibêjin caş. Mixabin di nav Kurdan de caş zêde ne. Ferqa mezin di navbera caşên Kurd li Başûr digel parçeyên din de ew e ku niha statuyeke Kurdî heye li Başûr a ku li ber xizmeta tevahiya dewletên dagirker sekiniye. Li Bakur, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê, caşên Kurd weke ferd û tak dibin caş. Li Başûr partiyên siyasî bi tevahî ji bo dewleta Tirk dibin caş. Niha pirr zelal û xuya ye ku PDK û malbata Barzanî weke dardestekî qirêj di xizmeta dewleta Tirk de ne. Her kesê li Başûr diji dewleta Tirk be, dibe hedef û armanca PDK û asayîşên wê. Ya rastî ew e ku PDK jixwe di bin destê MÎT´ê de êsîr maye. 

Yanî dewleta Tirk tenê çend kilometre li sînorên fermî yên xwe digel Iraqê dagir nekirine. Belkî hikûmet û partiyên siyasî û îstixbaratî ya Başûr jî dagir kiriye. Saman û Petrol û Bazara Başûrî jî dagir kiriye. 

Dîsa ez dibêjim, ji her tiştî lazimtir ji bo Başurê Kurdistanê şoreşeke berfreh a zihnî, exlaqî û siyasî ye. Guhertina cewherî jî, siyaset û exlaq jî li Başûr lazim e. Dîsa dibêjm, alternatîf lazim e. Alternatîf heye. Pratîk û kadrên paqij û çeleng û egîd lazim in ji bo guhertinê û ji bo sekinandina dewleta Tirk.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.