Li Efrîn û Helebê perwerdehî

Sêşem 23 Nîsan 2024 - 00:06

Li Kantona Efrîn-Şehbayê û Helebê (Eşrefiye-Şêxmeqsûd) li dibistanên seretayî, navîn û lîseyê 14 hezar û 793 xwendekar perwerdeyê dibînin û hezar û 90 mamoste hene. Li kantonê ku 61 dibistan hene, ji sala 2019'an û vir ve 133 xwendekar ji Enstîtuya Şehîd Viyan Amara mezûn bûn. Di salên 2023-2024'an de perwede û hîndekariya 179 xwendekaran dewam dike.

Hevserokê Desteya Perwede û Hîndekariyê ya Kantona Efrîn-Şehbayê Fadil Çawîş li ser sîstema perwerdeyê ya li kantonê, asta pêşketinê ya mamoste û xwendekaran û zor û zehmetiyan axivî.

Fadil Çawîş anî ziman ku piştî Efrîn hate dagirkirin salekê sîstema perwerde û hîndekariyê nekarî bê rûniştandi, destpêkê li Kampa Berxwedanê mamosteyan rewşa zarokên diçûn dibistanê nirxandine û biryar dane ku şert û merc çi dibin bila bibin divê van zarokan hembêz bikin. Çawîş got,’’ Li Kampa Berxwedanê nêzî 20 mamoste hebûn. Lênûs, pênûs û pirtûkên me tine bûn, lê belê ji bo xwendekarên li vê kampê biryar hate wergirtin ku dibistanek bê avakirin. Projeya me tenê li ser bingeha perwerdeya bingehîn û ziman bû.’’

10 kon danîn

Çawîş bi domdarî diyar kir  wan 10 kon hatin danîne û perwerdeya bingehîn dane destpêkirin, piştî meh û nîvekê li Şehbayê dest bi lêkolînê kirine bê çend mamoste li Şehbayê ne. Bi zelalkirina hejmara mamosteyan nexşeyek danî pêşiya xwe.

Metaryal nebûn

Çawîş  destnîşan kir sala 2019'an  ji bo perwerde û hîndekariyê ew ketin nava hewldana rêxistiniyeke xurt û got, "Materyalên me yên perwerdeyê tine bûn. Peydakirina malzemeyên xwendin û nivîsandinê gelekî zehmet bû. Me hewl dan van bi dest bixin. Ji bo perwerdeyeke xurt a zarokên me diviyabû me rewşa mamosteyên xwe binirxanda.’’

Xwe dispêrê potansiyelê

Fadil Çawîş bal bire ser sîstema perwerde û hîndekariyê ya li Kantona Efrîn-Şehbayê û got, "Sîstema me ya perwerdeyê berê xwe dispart sîstema ezmûnê. Van du salan yanî di sala 2022-2023'an de bi dema perwerde û hîndekariyê em ji sîstema ezmûnê derbasî sîstema nirxandinê bûn. Me ev sîstem destpêkê li dibistanên seretayî xistin meriyetê. Di sala 2023-2024'an de bi dema perwerde û hîndekariyê re ji dibistana seretayî heta lîseyê me sîstema nirxandinê xistin meriyetê. Di hin dersan de ezmûn hene, lê belê sîstema me ya perwerdeyê girîngiyê nade ezmûnan, sîstemeke xwe dispêre nirxandina potansiyela xwendekaran. 

Sê zimanî

Li dibistanên me bi sê zimanan perwerde heye. Xwendekarekî ku zimanê xwe yê dayikê bi Kurdî ye heta pola 3'yemîn tenê bi zimanê xwe yê dayikê tevlî perwerdeyê dibe. Dema digihêje pola 4'an dersa zimanê Erebî jî dibîne. Di pola 5'an de perwerdeya zimanê Îngilîzî jî dibîne. ‘’

Enstîtûya Viyan Amara

Fadil Çawîş ragihand ku Enstîtuya Viyan Amara di sala 2013'an de li Efrînê ava bû, di sala 2019'an de li Kantona Efrîn-Şehbayê enstîtuyê perwerdeya xwe dewam kir û got, "Bû enstîtuyek ku mamoste lê bûn pispor. Bi taybetî giranî da ser Ziman û Wêjeya Kurdî. Her wiha pêwîstiya me bi branşên matematîk û fîzîkê jî hebû. Li gorî pêwîstiya kantonê enstîtuyê rêya xwe diyar kir. Bi taybetî pêwîstiya me bi mamosteyên zimanê Erebî, matematîk, fîzîk, dîrok û cografyayê heye. Bi pisporbûyîna mamosteyên me yên heyî ji bo afirandina kadroyên xurt saziya me ya perwerde û hîndekariyê berê xwe da branşan."

Fadil Çawîş ragihand ku di sala nû ya perwerde û hîndekariyê de wê giranî li ser çareserkirina pêwîstiyên bi dibistanan bê danîn û got, "Piraniya dibistanên me ji bo perwerdeyê guncaw nîne. Avahiyên gelek dibistanên me bi xisar in. Ji ber vê yekê jî em neçar man ku hin dibistanên xwe bigirin. Gelek avahiyên dibistanan ên xisar li wan bûbû hatin tamîrkirin lê belê ji bo perwerdeyeke hîn baş divê rewşeke baş bê avakirin. Divê li gorî şert û mercên zivistanê bêne amadekirin. ‘’

ANF

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.