Li Şehba kesek şehîd bû
În 1 Adar 2024 - 00:52
Di encama êrişa dewleta Tirk a dagirker a li ser gundê Tehanê yê kantona Şehbayê de welatiyek şehîd bû û welatiyek jî birîndar bû. Artêşa dewleta Tirk a dagirker li gundê Tehanê yê Şehbayê çewligeke mirîşkan bombebaran kir.
Di çewliga mirîşkan a li gundê Tehanê de welatiyê bi navê Yûsêf Heyak ê 30 salî şehîd bû û zarokê bi navê Ebdilrehman Heyak 16 salî jî birîndar bû. Birîndar rakirin Nexweşxaneya Avrîn.
ANHA/ŞEHBA