Nifşeke xwende naxwazin

Sêşem 27 Sibat 2024 - 00:47

Pênc mehin mamostayên Herêma Kurdistanê li qadan daxwaza mafên xwe dikin. Yek ji daxwazên mamostayan bilindkirina pileyên mamostayan e ku ev heşt salin sekiniye. Beşek ji mamostayên Koye ya ser bi parêzgeha Hewlêrê derbarê sekinandina bilindkirina pileyên mamosta û karmendan û li aliyê din pileyên hêzên çekdar tên bilindkirin de axivîn.

Mamosta Aram Kerîm di destpêka axaftina xwe de anî ziman ku hikûmeta heyî naxwaze nifşek xwendekar hebe û got:“Hikûmet dixwaze xelkek nexwendewar hebe da ku wan ji bo xwe bikarbîne. Ji ber wê guh nade daxwazên mamostayan. Ji ber ku dizane dema gel xwendewar û hişyar be, wê armanca desthilatê pêkneyê.”

Mamostayê Helmet Osman jî got:“Tayînkirin û bilindkirina pileyan ji bo hêzên çekdar heye, lê ji bo mamosta û karmendan nîne. Ev jî bi hişmendiya desthilata siyasî ku welat birêve dibe ye. Desthilat dixwaze bi rêya çekê welat birêve bibe. Karê wê bi pênûs, xwendin û mamostayan nîne. Ev jî taybetmendiya hemû desthilatên nîv totalîter in ku li gor wan tenê bi çekê dikarin hebûna xwe li nava civakê de bidin pejirandin.”

Mamosta Hawjîn Mişîr jî têkildarî nêzîkatiyên desthilatê yên li beramberî mamostayan got:“Tişta ku desthilat li beramberî mamostayan dike şerê derûnî ye. Ji ber ku ev pênc mehin mamosta li ser cadeyan daxwaza muçe û bilindkirina pileyan dikin, lê hikûmet guh nade wan. Lê li aliyê din pileyên hêzên çekdar tê bilind kirin, ji ber ku karê wan bi hêzên çekdar heye û xwe pê diparêzin.”

ROJNEWS/KOYE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.