Jinên Efrînî: Ocalan hêz da me

Nûçeyên Jiyan/Civak

Pêncşem 29 Sibat 2024 - 00:38

FÎDAN ABDULLAH / NÛJINHA / ŞEHBA

Jinên berxwedêr ên tevî hemû zext û gefên hikûmeta Şamê jî di salên 1980’î de di nava têkoşîna azadiya Kurd de cih girtin, diyar kirin ku ew ê belavkirina fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bidomînin.

Ji Kantona Efrînê Hatîce Elo, di sala 1982’an de ji ber sedemên girêdayî karê hevjînê xwe neçar ma ji Efrînê koçberî paytexta Sûriye Şamê bike. Hatîce Elo got,“Ez piranî li taxa Ruknuddîn Zorava mam. Li vê taxê der barê statu û rola gelê Kurd de gelek pirsgirêk hebûn. Lê gelê Kurd ji bo fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan di nava gelên herêmê de belav bike, gelek xebitî.”

Ocalan hêz da min

Hatîce Elo, da zanîn ku piştî hînbûna felsefeya jiyanê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tevli xebatan bûye û wiha got: “Min pêşî li jinên Çerkez, Elewî û Tirkmen vekir ku fikrên Rêber Ocalan hîn bibin. Me pirtûkên Rêber Ocalan bi hev re dixwend û nîqaş dikir. Di dema xebatên ku me têkildarî jinan, ez rastî gelek gef û tacîzan hatim.  Li derdoreke bi vî awayî xebat, wêrekî, îrade û hêzeke mezin dixwaze. Li Şamê gelek caran derfeta min a dîtina Rêber Ocalan çêbû. Van hevdîtinan gelek hêz dan min.’’

Em bi pirtûkên Ocalan ronî bûn

Sureyya Habaş a ji bajarê Helebê yê Sûriyeyê ji cih û warên xwe bûye jî diyar kir ku ji sala 1986'an vir ve ku li Sûriyeyê dest bi xebatan kiriye, bi fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan tevdigere. Sureyya Habaş, gotina Abdullah Ocalan a “Me her tişt ji tunebûnê afirand” bi bîr xist û wiha got: “Ji ber xebatên ku me dikir em gelek caran rastî zextên hikûmeta Şamê hatin. Lê tevî zext û astengiyan jî gelek bajaran weke Heleb, Reqa, Minbic, Dêrezor, Qamişlo û hinek caran jî Şamê kasetên ku qeydên deng di wan de hebûn jî dihatin belavkirin. Em bi guhdarkirina van qeydan û bi xwendina pirtûkên Rêber Apo ronî dibûn.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.