Ji TJK-E’yê kampanyaya nameyan

Duşem 22 Nîsan 2024 - 01:45

ESRA SOLÎN DAL / MA / STENBOL

TJK-E’yê ji bo balê bibe ser tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan kampanyaya nameyan da destpêkirin. Bi çarçoweya kampanyayê jinên li Ewropayê 4 mehan her roj wê nameyan ji CPT’yê re bişînin û tecrîda li ser Ocalan bikin rojeva sereke ya CPT’yê.

Li ser Rêber Ocalan tecrîda girankirî ev 37 meh in didome. Ev 37 meh in raya giştî derheqê tendiristî û jiyana Ocalan ne xwedî agahiyekê. Dewleta Tirk nahêle ku Ocalan parêzer û wekîlên xwe bibîne. 

Ji bo tecrîda li ser Ocalan were şikandin li aliyekî berxwedana li zindanan didome, li aliyekî Dayê Dadê nobetê digirin. Her wiha li Ewropayê Kurd û dostên Kurdan ên enternasyonal çalakiyên curbecur dikin.

Bi vê çarçoweyê rêxistiniya jinên Kurdistanî yên li Ewropayê TJK-E bi çarçoweya kampanyaya ‘’Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statû’’ rêzeçalakî da ber xwe.

TJK-E’yê 4’ê Nîsanê çalakiya bi navê ‘’Hezar Jin, yek deng’’ dabû destpêkirin. Bi çarçoweya çalakiyê, aktivîst, akademîyen, nûnerên saziyan jig elek deverên Ewropayê vîdeoyan digirin û di vîdeoyan de dibêjin ew fikrên Ocalan mîna fikrên xwe dibînin.

Vîdeoyên ku ku kom dibin ji alî TJK-E’yê ve têne weşandin. Halê hazir 300 vîdeoyên ku hatine girtin, hatine weşandin. Dema ku hijmara vîdeoyan bû 1000 ev çalakî wê bi dawî bibe. 

Çalakiya nameyan

Ji bilî vê, her wiha TJK-E'yê 19'ê Nîsanê jî ji bo Rêber Ocalan kampanyaya nameyan da destpêkirin. Name wê ji Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) re bên şandin. Kampanya ku li Berlînê dest pê kir, wê 4 mehan bidome û wê di van çar mehan de name ji CPT’yê re werin şandin û berpirsyariya CPT’yê were bibîrxistin. 

Dengê jin û gelan dikin yek 

Berdevka TJK-E'yê Ayten Kaplanê têkildarî xebatan Kaplanê diyar kir  armanca wan ew e ku dengê jinan û gelan bikin yek. 

Kaplanê da zanîn ku jinên ji erdnîgariyên cuda, neteweyên cuda, komên ziman, bawerî û çandên cuda bi çalakiya “Hezar jin, yek deng” piştgirî dane kampanyayê. Kaplanê diyar kir ku ji Rojhilata Navîn heta Afrîka, Asya û Ewropayê ji welatên cuda yên cîhanê nêzî 300 jinan vîdeo girtine û ew gihandine wan û wiha pê de çû: “Ev vîdeo, rojane yek bi yek li platformên medyaya dîjîtal tên nîşandan. Jinên ku van vîdeoyan dişînin ji rêxistinên jinan ên cuda e. Bi awayekî din, jinên li welatên cuda û ji çandên cuda, ezmûnên xwe çawa di perspektîfa Abdullah Ocalan de dibînin, vedibêjin."

Jin jiyan azadî bûye cîhanî

Kaplanê anî ziman ku felsefeya "Jin Jiyan Azadî"yê ya Abdullah Ocalan bûye dirûşmeyeke ku li hemû cîhanê belav bûye û got: "Dirûşmeya 'Jin Jiyan Azadî'yê bandoreke mezin li ser xwenasîn û xwenaskirina jinan kiriye. Jin li hemû cîhanê li dora vê dirûşmeyê dibin yek. Hê ji niha ve jinên Şîlî, Katalonya, Kurdistan, Îngilîstan, Almanya, Hindistan, Oromîa, Swîsre û Afrîkaya Başûr bi peyamên xwe yên vîdeoyî tevlî dibin û doza azadiya Rêberê  Abdullah Ocalan dikin."

Kaplanê anî ziman ku demeke diyarkirî ya kampanyaya "Hezar jin, yek deng" tune ye û got ku dema bigihêje hezar jinan wê ber bi asteke din ve biçe. 

CPT bila biçe Imraliyê 

Kaplanê bal bire ser kampanyaya şandina nameyan a ji CPT’yê re û got: “Di nameyan de wê ji CPT’yê were xwestin ku demildest biçe Îmraliyê û agahî ji Ocalan bigire. Di vî warî de wê bi hezaran name biçin." 

Kaplanê da zanîn ku kampanya ji bo şikandina tecrîda li ser Abdullah Ocalan girîng e û got  tevgera jinan wê çalakiyên wan ên li dijî tecrîd û polîtîkayên tasfiyeyê bidomin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.