HESNA MIHEMED / NÛJINHA / ŞEHBA
Di 15'ê Çileya 2024'an de ji aliyê komîteya tendirustiyê ya Kongra Star Efrîn-Şehbayê ve navneda Şahmeran a Tiba Xwezayî li kantona Şehbayê hat vekirin. Ev navend di nav xwe de beşa jinan, spor, tedewiya fizîkî û dermanên xwezayî, dihewîne û deriyên xwe ji hemû jinan re vekiriye. Navenda Şahmeran bi armanca rêgirtina li pêşiya dermanên kîmyewî hatiye vekirin û tedewiya bi tiştên xwezayî pêşkêş dike.