Li Til Birakê xwedîkirina hêştiran
Pêncşem 11 Îlon 2025 - 15:20
- Xwedîkirina hêştiran ji karên herî kevin a di civakên Ereban de ye, xwedî qîmeteke aborî û çandî ye. Li kêleka wê jî xurekê geş dike û dibe jêdera rizqê malbatên gundewaran.
Hêştir yek ji girîngtirîn jêderên debarê di jingehên çolistanê û ziwa de ye. Hebûna wê ji sedan salan ve bi jiyana mirovan ve girêdayî ye. Wesîleya veguhastin û bazirganiyê bû. Goşt û şîrê wê ji bo xwarin û vexwarinê tê bikaranîn û çermê wê dikeve pîşesaziyên klasîk.
Xwedîkirina hêştiran li bajarê Til Birakê yê kantona Cizîrê di salên borî de bû şahideya pêşketineke berbiçav. Li bajêr zêdetirî 100 hêştir hene. Naxirên wan di nava bajarên Til Birak û Holê de diçêrin. Xwediyên wan ji bo çêreyan ji cihekî diçin cihekî û bi gelek zehmetiyan re rû bi rû ne. Ji wan zehmetiyan kêmbûna çêregehên xwezayî yên ji ber guhertina avhewayê ne. Li kêleka wê jî xizmetên veterîneriyê (beyterî) yên nebaş û belavbûna nexweşiyên gurî (xurî) û îltîhabê hene. Xwediyên wan van nexweşiyan bi rêbazên destpêkê derman dikin.
Hin ji xwediyên hêştiran bang li aliyên eleqedarî sewalvaniyê kir ku bi rêya avakirina mezreyên weke yên li dewletên Xelîcê, pêşxistina klînîkên veterîneriyê, peydakirina derziyên guncav, dabînkirina êm, vê beşê bi pêş bixin. Xwediyên hêştiran daxwaz kir ku mîhrîcan û pêşangeh ji bo deveyan werin birêxistinkirin. Da ku qîmeta wê ya mîrasî were geşkirin û derî li pêş veberhênanên nû di vê beşê de werin vekirin. ANHA/HESEKÊ/AMIR EL EZAWÎ