Rewşa karmendan pir xirab e

Yekşem 9 Adar 2025 - 15:00

  • Mamosta û kermendên Helebceyê dan zanîn ku hikûmeta demborî ya herêmê guh nade daxwazên xelkê û gotin: “Ev 10 sal in rewşa karmend û mamostayan pir xirab e. Bazar hemû sekiniye. Ji ber bêkariyê jî ciwan terka welat dikin. Ev pirsgirêkên kûr ên civakê ne.”

Bi êrişên çeteyên DAIŞ’ê re ya sala 2014’an û vir ve hikûmeta dem borî ya Herêma Kurdistanê bê navber jiyana xelkê herêmê xistiye nava zori û zehmetiyan. Vê hikûmetê ji derveyî derbaskirina dem û xirabtirkirina rewşa xelkê nekariye ti pirsgirêkê çareser bike. Nekariya mûçeyê karmend û mamostayan bide. Vê rewşê jiyana xelkê û bazarê tevizandiye. Li ser vê rewşê xelkê Helebce Mamostayê ayînî Ebûbekir Ehmed, Mamosta Sebah Salar û Mamosta Enta Mihemed axivîn.

Destpêkê Mamosta Ebûbekir Ehmed bal kişand ser xemsariya hikûmeta Herêma Kurdistanê ya demborî û got: “Ti demê hikûmet amade nebûye ku guh bide daxwazên mamoste û karmendan. Ewqasa hikûmet hez ji gendelî û dizî heye, ewqasî guh nade daxwazên xelkê û çareserkirina pirsgirêkên civakê. Eger guh nedin daxwazên xelkê wê çarenûsa wan ji ya zalimên berî niha li herêmê ji aliyê gel ve hatin rûxandin ne cuda be.”

Mamoste Ebûbekir Ehmed diyar kir ku ew hêvî dikin ku peyama mamosta û karmendan gihiştibe û got: “Divê berpirs êdî guh bide xem û azarên gel ku zêdetirî 30 sal in vê rewşê ji wan qebûl dike. Ji vê xewa giran rabin û guh bidin gel.”

Mamosta Sebah Salar destnîşan kir ku eger hikûmetê guh bidaba daxwazên gel, wê ne rewşa xelkê û ne jî rewşa siyasî ya Kurdistanê bi vî rengî wiha biçûna û wiha domand: “Her sala diçe asta hikûmeta herêma Kurdistanê li Bexda û navneteweyî lewaz dibe. Ev hatine bazirganî dikin, ne hikûmraniyê. Şerê wan komkirina pere û serwetê ye. Ji ber ku armancên wan komkirina pere ye, ji bo wê guh nade daxwazên xelkê.”

Sebah Salar bibîr xist ku li Seyîdsadiq û bajarên din xelkê ji bo daxwaza mafê xwe gelek çalakiyên cuda kirin û got: “Gelek kes şehîd kirin, tiştek nehate guherîn. Niha jî rewşa hemû xelkê û bazarê xirabe. Nirxê ti berpirsyarekê nemaye.”

Mamosta Enta Mihemed jî bal kişand ser xemsariya hikûmeta herêma Kurdistanê û got: “Hikûmet bê xem e û ti pilaneke wê ya başkirina jiyana xelkê nîne. Hikûmeta herêmê ji rewşa mamosta û kermandan a xirab berpirs e. Li gorî pîvanan tevgerê nake. Ev 10 sal in rewşa karmend û mamostayan pir xirab e. Bazar hemû sekiniye. Ji ber bêkariyê jî ciwan terka welat dikin. Ev pirsgirêkên kûr ên civakê ne.”

Hêjayî bibîrxistinê ye bi destpêkirina şerê DAIŞ’ê re hikûmeta Herêma Kurdistanê di bin navê krîzên aborî dest bire mûçeyên karmendan. Di bin navê birînê û paşxistinê de nêzîkî 60 mûçeyên karmendan belav nekiriye. Dîsa mûçeyê meha Kanûna 2024’an û Sibata îsal ne diyare bê ka wê kengê bê dayîn. ROJNEWS/HELEBCE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.