Li Qendîlê nexweşxaneya xwebexş
Şemî 31 Gulan 2025 - 00:38
Nexweşxaneya Gel a li Gundê Bokrîskan sala 2012’an hatiye avakirin hefteyê 3 rojan di xizmeta gelê Binarê Qendîlê de ye.
Doxtora Nexweşxanaya Gel Fatîme Salar û Solîn Resûl derbarê karûbarên wan ên li nexweşxaneyê ji Rojnewsê axivîn.
Doxtor Fatîme Salar anî ziman ku li ti devereke cîhanê nexwexaneyeke wiha nîne û got:“Gelek kes bê beramber tê de kar kirine û dikin. Kesên ku ji bo çareserkirina nexweşiya xwe serdana nexweşxaneya me dikin, em bê beramber wan derman dikin. Çavê me li pere nîne. Hemû hewldanên me em nexweşên xwe derman bikine. Her wiha em nexweşên xwe serwerxt dikin ku xwe çawan ji nexweşiyan jî biparêzin.”
Doxtor Fatîme Salar anî ziman ku gelek kes ji derve jî serdana nexweşxaneya wan dike û li vir tê dermankirin.
Têkildarî alîkariyên tenduristî û dermanan ku hikûmeta demborî ya Herêma Kurdistanê jî doxtor Fatîme Salar wiha got:“Qet alîkarî bi me re nayê kirin. Em hemû li vir bi dildarî kar dikin. Li vir karmendeke me yê paqijiyê jî nîne. Em doxtor û hemû karmend bi hev re derdorî xwe paqij dikin.”
Berpirsa Leberatuwara Nexwexaneya Gel Doxtor Soyla Resûl anî ziman ku rojane ji hemû devera Binarê Qendîl û Kurdistanê serdana nexweşxaneya wan dike û got:“Em li vir lêkolînên pêwîst dikin. Li nexweşxanaeya me pêwîstî bi zêdetir amûrên leberatuwarê heye. Li nexweşxaneya me tedawî bê berambere û doxtor û karmendên me tev dildar kar dikin. Li nexweşxaneyê emeliyatên sivik jî tê kirin.”
Yek ji nexweşan Ebdulrehman Şêx Mistefa anî ziman ku nêzîkatiya doxtor û karmendan pir başe û baş tên dermankirin û got:“Ez ji sala 2018’an ve nexweşim. Lingê min diwerimin. Ji ber nexweşiya xwe pir doxtor geriyam, herî dawî min doxtor Deştî nas kir. Mixabin piştre jiyana xwe ji dest da.”
Evdirehman Şêx Mistefa diyar kir ku piştî nexweşiya wî hate zelalkirin, dest bi dermankirinê kirin û piştre roj bi roj baştir bû û got:“Ev nexweşxane bê beramber xizmeta hemû xelkê Kurdistanê dike. Ji Soran bigire heta Hewlêr û Silêmanî serdana vê nexweşxaneyê dikin.” Nexweşê bi navê Mihemed Mistefa ku tê dermankirin li nexweşxaneyê got:“Ji gelek bajarên cuda yên Kurdistanê serdana vir dike. Ev yek nîşan dide ku xelk sûdê ji vir dibîne. Ji bo wê ji her derê tên serdana vir.”
ROJNEWS/QENDÎL