Divê her kes seferber bibe

Duşem 27 Cotmeh 2025 - 03:40

Yek ji Gerîlayên Azadiyê Nuda Arîn ku ji herêma Botan a Bakurê Kurdistanê hatiye Herêmên Parastinê yên Medyayê, têkildarî pêngava dîrokî ya gerîla û rola jinan di vê pêvajoyê de axivî. Gerîlaya Azadiyê Nuda Arîn destnîşan kir ku bi vê gava îro nîşan dan ku ew çiqas li pişt biryarên Kongreya 12’an û banga Rêber Apo ya 27’ê Sibatê ya ‘Aştî û Civaka Demokratîkin’ û wiha got:“Wek şervanên jin ên Rêber Apo û gerîlayên YJA Starê, bi fikir û felsefeya Rêber Apo di nav vê pêngav û pêvajoyê de rol û mîsyonek giring ya me hebû. Em amadene her erk û berpirsyartiya ku Rêber Apo bide ser me bi cih bînin. Ev erkê bingehîn yê me ye, bi taybetî jî wek jin. Ji bo nîşandana ked û dilsoziya xwe ya ji bo ked û têkoşîna ku Rêber Apo ji bo jinan daye, emê guh nedin ti zext û zehmetiyan. Em ji bo her erkê amade ne. Ji bo me ya herî girîng ew e ku em hêjayî fikir û felsefeya Rêber Apo bin.”

Nuda Arîn qala giringiya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk kir û got:“Pêvajoya ku Rêber Apo niha pêş de dibe pir girîng û dîrokî ye. Ev ne tenê bi şerê Kurd û Tirkan ve girêdayî ye, di heman demê de pêşeroja cîhanê jî diyar dike. Em li Rojhilata Navîn bi hemû netewe, reng û pêkhateyan bi metirsiyek mezin re rû bi rû ne. Tenê kesê ku ev metirsî fêm kir û ji bo pêşîgirtina wê gav avêt Rêber Apo bû. Ji ber vê yekê, divê gelê Kurd û hemû netewe ji bo serxistina pêjvaoyê seferber bibin. Her erka ku bikeve ser milê wan bi cih bînin.”

ROJNEWS/QENDÎL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.