Pêngava esasî azadiya Rêber APO ye

Duşem 27 Cotmeh 2025 - 03:35

Rêveberiya Tevgera Azadiyê ya Kurd bi daxuyaniyeke çapemeniyê li Binarê Qendîlê pêngava dîrokî ya ku ji bo rê li ber pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk vebike ragihand. Di daxuyaniyê de Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok, Endama Fermandariya Eyaleta Serhedê ya YJA Starê Vejîn Dersîm ku ji Bakurê Kurdistanê hatî Herêmên Parastinê yên Medyayê û Endamê Konseya Fermandariya HPG’ê Devrîm Palu jî di nav de 25 gerîlayên azadiyê amade bûn. Yek ji wan gerîlayên tevlî merasîmê bûyî gerîla Çeko Ayhane ku ji herêma Serhedê ya Bakurê Kurdistanê vegeriyaye Herêmên Parastina Medyayê. Çeko Ayhan di derbarê avêtina pêngava dîrokî ya gerîlayên azadiyê de axivî. Çeko Ayhan da diyarkirin ku wan îro ev pêngava duyem a dîrokî di çarçoveya banga dîrokî ya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ ya ku Rêber Apo di 27’ê Sibata îsal de ragihandî pêkhatiye. Li ser vî bingehî wek gerîlayên Bakurê Kurdistanê bi taybetî li wan çeper û xetên ku ji bo pevçûnan hestiyar in, me dest bi vekişîna ji nava sinorên Tirkiye ber bi Herêmên Parastina Medyayê ve kir. Ev pêngav ji bo pêşîlêgirtina pevçûn û hewldanên wan hêz û aliyên ku hewl didin pêvajoyê têk bibin û li ser xwîna Kurd û Tirkan dijîn, hat avêtin. Bi vê pêngavê em dixwazin pêşî li ber hewldanên xirabkirinê bigrin ku metirsiyê li ser pêvajoyê çêdikin.”

Di dewamê de gerîla Çeko Ayhan got:“Divê ev pêngava me bibe sedem ku dewleta Tirk jî pêngavên ber bi çav û mezin ji bo pêvajoya aştiyê bavêje. Pêngava esasî jî azadiya Rêber Apo ye. Ger azadiya Rêber Apo pêkneyê, ti wateya pêngavan nîne.”

ROJNEWS/QENDÎL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.