Nexweşiyek bûye bela serê zebeşên Şarezûrê

Nûçeyên Jiyan/Civak

Çarşem 9 Tîrmeh 2025 - 18:00

  • Nexweşiyeke ketiye zeviyên zebeşên Şarezûr hema bêje tine kiriye. Li hemberî vê nexweşiyê cotyar dest girêdayî mane û hikûmet jî tenê lê dinêre.

Ev cûre nexweşî bi navê Reqe ku yek ji cûreyê vîrûsane di dema gihiştina zebeşan de digire û dirizîne. Ev vîrûs zû belav dibe û di demek bi qasî hefteyekê de hema bêje zebeşên zeviyekê tine dike. Vê nexweşiya xeternak girtiye zeviyên zebeşan ên li Şarezûrê. Cotyarên herêma Şarezûr li ser vê rewşê ji Rojnews re axivîn.

Cotyarê bi navê Mehmûd Ehmed ku nêzî 30 salin vî karî dike bal kişand ser vê vîrûsa Reqe û got: “Yek ji sedemê vê nexweşiyê çavkaniya xwe ji tovê berhemê digire. Hinek cûrên tov jî hene di dema gihiştina zebeş de bi nexweşiyê nakeve. Yek ji çavkaniya din jî ji bêaviyê tê. Cotyar bi qasî pêwîst berhemê av nade, vê jî di bin nalyonan de dihilberîne. Ti cotyer nikare di bin nalyonê de berhemên xwe baş av bide. Di heman demê de rewşa hewayê jî bandore, şevê sar û roj jî pir germe. Ev jî dibe sedemê nexweşiyê û di carekê de hemû berheman tine bike.”

Zebeşan dirizîne û derman nîne

Cotyar Mehmûd Ehmed destnîşan kir ku ev nexweşî pir xetere û di carekê de hemû berhaman dirizîne û wiha pêde çû: “Zebeş berî bigihêje dirizîne û ziyanên mezin digihêje cotyaran. Dermanê vê nîne. Her kesê dermanê vê bibîne, bi qasî lîtreyek derman bide, ez amade me yek sed hezar dolar bidimê. Mixabin dermanê wê li Kurdistanê peyda nabe. Ya dimîne destê cotyaran de ewe ku tenê bi zêde avdaniyê berhemên xwe ji nexweşiyê biparêze.” Mehmûd Ehmed rexne li hikûmetê girt û got: “Me Wezareta Çandiniyê nîne ku bikeve xema cotyaran. Pêşiya vê yekê bigire ku zirarên cotyaran kêm bibe. Serê her donimek zebeş bi qasî 500 hezar dînar xerciya wê heye, ziyana ber ketî pir û pir mezintire.”

Sedemên vê nexweşiyê gelek in

Endazyarê Çandiniyê û Serokê Beşa Erdê ya Nivîsîngeha Çandiniyê ya Seyîdsadiq Xelîl Ehmed jî diyar kir ku bandoreke mezin ya nexweşiyê li ser herêmên çandiniyê kiriye û got: “Wisa li zebeş hatiye ku neyê firotin. Gelek sedemê wê hene ku ev nexweşî derdikeve. Ji vana nexweşiya kêzikan, fîngû û vîrûsan heta astekê bi dermanan mirov dikare pêşiya wê bigire. Yek jî nexweşiya fîzyolojî heye ew jî girêdayî rewşa avhewayê ye ne di destê cotyaran de ye. Divê cotyar şêwaza avdaniyê biguhere, ji bo bandora germahiyê li ser berheman kêm bibe.” Endazayar Xelîl Ehmed anî ziman ku dermanên li nava bazarê hene ne zêde başin û destnîşan kir ku divê aliyên peywendîdar bi rêya kampanyayên bawer derman ji bo nexweşiyên çandiniyê peyda bikin û pêşiya dermanên tên bazarê bi niyeta bazirganiyê bigirin.”

Endazyar Xelîl Ehmed da xuyakirin ku li gorî yasaya cotyaran budceyek heye, di rewşên wiha de ji bo cotyaran tê dayîn û got: “Ev bûce niha li Kurdistanê nîne û hatiye sekinandin. Dîsa ji aliyê hikûmetê ve bûdceyeke pir kêm ji bo beşa çandiniyê hatiye veqetandin. Budceya tê veqetandin kêmtire ji sedî 2. Di demekê de li welatên derve sedî 10 kêmtir nîne. Ev yek jî ji bo pêşvebirina çandiniyê ye.

Çareserî nehatiye dîtin

Xelîl Ehmed diyar kir ku her nexweşiyek di nava çandiniyê de belav dibe bi rêya dosyayan dişîne ji bo wezaretê û got: “Mixabin her dosyaya diçe, çavdêrî û kontrolek baş nîne. Hinek zevî hene hema temamî berhema wê tine bûye. Divê projeyek bê danîn ji bo sala bê çawa vê nexweşiyê tine bike. Mixabin salane ev nexweşî her dewam dike. Çareserî ji bo wê nehatiye dîtin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.