Em li ser statuya gelê Kurd bisekinin
Çarşem 8 Cotmeh 2025 - 03:40
"Banga Aştî û Civaka Demokratîk" a Rêber APO ku di 27'ê Sibatê de kir, di siyaseta Kurd de serdemeke nû da destpêkirin. Di demeke wiha de ku li çar parçeyên Kurdistanê ji bo pêkanîna yekitiya Kurdan civîn û têkilî berdewam dikin, Hevberdevka Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz Sagyîgîtê pêvajoya ku piştî vê bangê dest pê kir û girîngiya yekitiya neteweyî nirxand. Gulcan Kaçmaz Sagyîgîtê destnîşan kir ku pirsgirêka Kurd pirsgirêkeke dîrokî û kûr e û got:"Dema ku em li ser pirsgirêka Kurd nîqaş dikin, em rastî pirsgirêkeke pir kûr û bi kokên dîrokî tên. Mixabin, gelê Kurd di hin mijaran de nekariye yekitîyê bike. Bingeha vê yekê di hebûna dewletên neteweyî, şer û ya herî girîng jî, berjewendiyên malbatî de ye. Ev pirsgirêk sedsalek e berdewam dike. Lêbelê, niha ji bo yekitiya Kurdan hewldan hatine destpêkirin û em bi awayekî çalak beşdarî vê pêvajoyê dibin. Em dibêjin ku divê ev sedsal sedsala gelê Kurd be. Wekî gaveke yekem, divê gelê Kurd yekitiya xwe ava bike û dûv re hewldanên xwe yên din berfireh bike."
Ev sedsala Kurdan e
Gulcan Kaçmaz Sagyîgîtê damezrandina Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk ku di 11'ê Gulanê de hat damezrandin, bi bîr xist û diyar kir ku înîsiyatîf hewldanên ji bo yekitiyê dihewîne. Gulcan Kaçmaz Sagyîgîtê diyar kir ku ew pirsgirêka Kurd wekî meseleya demokrasî, azadî û statuyê dibînin û got:"Banga birêz Ocalan ne tenê ji bo Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, di heman demê de ji bo her çar beşên Kurdistanê û Rojhilata Navînê jî atmosfereke erênî afirand. Ev atmosfer ji bo me firsendeke girîng temsîl dike. Divê em vê firsendê bi kar bînin. Em înîsiyatîfeke nû ne; divê em xwe bidin nasîn, xebata xwe rave bikin û werin naskirin. Li her cihê ku Kurd û Kurdistanî hene, divê em xwe bidin nasîn. Em her kesî vedixwînin ku tevlî înîsiyatîfa me bibin. Bêyî beşdarbûnê, înîsiyatîf nikare mezin bibe. Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk niha li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê dixebite. Ev înîsiyatîf rêxistinên wekî DBP, KKB, Partiya Mirov û Azadiyê, DDKD û Mala Azadiyê dihewîne. Mixabin, PWK, HAK-PAR, PSK, PDK Bakur û PDK Tirkiye hîn ne beşeke ji înîsiyatîfê ne, lê nîqaşên me bi wan re berdewam dikin. Em bang li her kesê ku ji bo yekitiya Kurdan têdikoşe dikin ku tevlî înîsiyatîfa me bibin. Li gel ku birêz Ocalan di 27'ê Sibatê de banga civakeke demokratîk û aştîxwaz kir, wî diyar kir ku ew dixwaze zanibe beşên din ên Kurdistanê çi difikirin. Me bi Mesûd Barzanî, Mesrûr Barzanî, Nêçîrvan Barzanî û Qubat Talabanî re hevdîtin kirin. Ev gaveke mezin bû ber bi yekitîya Kurdan ve. Gotinên wan ji bo birêz Ocalan girîng bûn û gotinên Ocalan jî ji bo wan bi heman rengî girîng bûn. Di merasîma şewitandina çekan a dîrokî ya di 11'ê Tîrmehê de, me dît ku gelê Kurd dikare bi hev re dengê xwe bilind bike. Danûstandin û daxwaz dê werin şopandin. Divê em êdî berjewendiyên malbatî û partiyî bidin aliyekî û tenê li ser maf û statuya gelê Kurd bisekinin. Dibe ku ramanên me ji hev cuda bin, lê divê em li ser hin mijaran bibin yek; ev xeta me ya sor e."
Jin pêşengiya yekîtiyê dikin
Gulcan Kaçmaz Sagyîgîtê li ser rola jinan a di yekîtiya neteweyî de jî wiha got:"Jinên Kurd pêşengiya berxwedanê dikin. Wan ev bar hilgirt ser xwe û îro ew pêşengiya yekitiya Kurdan dikin. Me li bakur Platforma Yekitiya Jinên Kurd ava kir. Me li Silêmaniyê pêşengî kir û Platforma Navneteweyî ya Yekitiya Jinên Kurd ava kir. Her beşek ji Kurdistanê konferansên xwe li dar xist. Konferansek bihêz li Rojava hat lidarxistin û dîaspora jî beşdar bû. Niha, di bin pêşengiya jinan de hewldanên hîn mezintir tên kirin. Me Konferansek Navneteweyî ya Jinên Kurd li dar xist; jinên ji her herêmê beşdar bûn. Me komîteyên xwe ava kirin. Em ê dibe ku di sala 2026'an an destpêka 2027'an de konferanseke din li dar bixin. Jinan ji bo yekitiya gelê Kurd barekî girîng hilgirtiye ser milê xwe û ew vê têkoşînê didomînin."
MA/ZEYNEP DURGUT