10 sal ceza li mamosta birrîn
Duşem 22 Nîsan 2024 - 00:33
Li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê Dadgeha rejima Îranê ve 10 sal cezayê girtîgehê û dûrxistina ji kar li mamostaya zimanê Kurdî Soma Pur Mihemedî hat birrîn.
Soma Pur Mihemedî ku mamostaya zimanê Kurdî ye û di heman demê de jî endama komîsyona rêveber a encûmena Nûjîn e, bi îdîaya ‘pêkanîna deste û grub ji bo têkdana ewlehiya Îranê’ tê sûcdar kirin. Beriya niha jî bi îdîaya ‘têkdana ewlehiya giştî’ salek cezayê girtîgehê li Mamosta Soma Pur Mihemedî hatibû birrîn.
NAVENDA NÛÇEYAN