Dagirkerî vala tê derxistin

În 5 Nîsan 2024 - 00:40

Cîgira Seroka Desteya Jinê ya Kantona Efrîn û Şehbayê Arîn Bekîr têkildarî dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê û berxwedana gelê Efrînê ya li Şehbayê ji ANF'ê re axivî.

Arîn Bekîr anî ziman ku dagirkirina Efrînê ya sala 2018'an a ji aliyê dewleta Tirk ve hate kirin, dewama komploya navneteweyî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan bû û got:"Bi 72 balafiran û hemû teknîkê êrişî Efrînê kirin. Her wiha tiştê ku Efrîn ji herêmên din ên Sûrîyê cuda dikir ev bû ku Efrîn bi herêma herî ewle dihate naskirin û hemû milet ji hemû bajarên Sûriyeyê lê hebûn. Bi rengekî aram bi hev re lê diman. Ji bo ev jiyana azad û wekhev a li Efrînê ji holê bê rakirin êriş hate kirin. Piştî  berxwedaneke dîrokî li Efrînê ku 85 rojan gel û şervanên Efrînê bi qehremantiyeke mezin li ber xwe dan, Efrîn ji aliyê dewleta Tirk a faşîst ve hate dagirkirin. Xelkê Efrînê berê xwe da Şehbayê da ku di bin siya dagirkeriyê de nemîne. 

Arîn Bekîr qala rola jinê di berxwedana ku gelê Efrînê li Herêma Şehba de dike kir û got:"Jina Efrînî ku bi fikir û felsefeya Rêber APO perwerde bûye û di wê rêyê de dimeşe û barê şoreşê ser milê xwe girtî, bi taybetî li herêma Şehbayê li hember hemû zehmetiyan ku gelek caran bê av, bê mazot, bê elektîk û di hin deman ji ber dorpêça hikumeta Şamê pêwîstiyên jiyanê ên rojane jî bi zehmetî tên peyda kirin, lê li hember vê jin hêza xwe kom dike û li ber xwe dide. Xwe bi rê ve dibe, ji malbata xwe de dest pê dike û heta civakê barê bi rêxistinkirina wan a herî zêde li ser milê jinê ye."

Di dawiya axaftina xwe de Cîgira Seroka Desteya Jinê ya Kantona Efrîn û Şehbayê Arîn Bekîr diyar kir ku çiqas siyaset li ser herêmê werin meşandin wê vala derkevin û got:"Yan vegerek bi rûmet li ser xaka Efrînê yan jî em ê heta rizgarkirina Efrîn li herêma Şehbayê li ber xwe bidin."

ANF/ŞEHBA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.