Koçber karê xwe bi rê ve dibin

Çarşem 29 Çile 2025 - 02:40

Koçberên ji kantona Efrîn-Şehbayê yên ku li kantona Tebqayê bi cih bûne, komîn û saziyan ava dikin. Komîteyên ku hatine avakirin, giraniyê didin ser birêvebirina kar û barên kampan û peydakirina pêdiviyên koçberan, da ku koçber bi xwe kar û barên xwe bi rê ve bibin.

2ˈyê Kanûna 2024ˈan nêzî 120 hezar şêniyên ji kantona Efrîn-Şehbayê ji ber êrişên çeteyên dewleta Tirk a dagirker koçberî kantona Tebqayê bûn. Hin koçber piştî çend rojan li kantonên Cizîrê û Reqayê hatin bicihkirin. Li gorî daneyan niha 2 hezar û 150 malbat li Tebqayê dimînin. 

Rêveberê Meclisa Koçberên Efrîn û Şehbayê li kantona Tebqayê Mistefa Reşîd ragihand ku piştî hatin û bicihbûna wan, rêveberên berê yên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Efrîn û Şehbayê ji bo avakirina meclisa koçberên Efrîn û Şehbayê li kantona Tebqayê kar kir.

Meclisa Koçberên Efrîn û Şehbayê ji 7 kesan pêk tê, 2 ji wan berdevkên meclisê ne, 5 kesên mayî jî bi kar û barên civakî, komîn û komîteyan re mijûl dibin.

Li Bajarê Werzîşê yê Tebqayê hezar û 50 malbat di 964 konan de dijîn, meclisê ji bo birêvebira kar û barên wan 8 komîn ava kirin.

Komîn di warê birêxistinkirina şêniyan, belavkirina nan û peydakirina pêdiviyan de bi rêya meclisê xebatên xwe bi rê ve dibin, di her komînê de 250-350 kes cihê xwe digirin.

Der barê komîteyên komînan de Reşîd got: "Komîteya tenduristiyê ji 15 kesan pêk tê, bi tenduristiya koçberan, paqijiyê û nexweşiyan re mijûl dibe. Komîteya şaredariyê ku ji 60 kesan pêk tê, bi çavdêriya paqijiya kampê û belavkirina avê re mijûl dibe. Komîteya Malbatên Şehîdan ji 2 rêveberên berê yên Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Şehbayê pêk tê û niha kar û barên malbatên şehîdan dike. Komîteya sotemeniyê ku ji 15 kesan pêk tê, çavdêriya belavkirina mazotê ji bo otombîlên şêniyan dike, her wiha ji bo şêiyên li hundir û derveyî Bajarê Werzîşê mazotê belav dike. "

Komîteyên ku hatine avakirin, giraniyê didin ser birêvebirina kar û barên kampan û peydakirina pêdiviyên koçberan, da ku koçber bi xwe kar û barên xwe bi rê ve bibin.

ANHA/TEBQA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.