Gelê Kobanê malên xwe ji me re vekirin
Pêncşem 19 Kanûn 2024 - 02:35
Dayikên ku ji Şehbayê ji ber êrişên çeteyên dewleta Tirk a dagirker neçar mane koçî Kobanê bikin, diyar kir gelê Kobanê ew gelekî baş pêşwazî kirine û got: “Em bi wan serbilind in. Alîkariya me kirin, malên xwe ji me re vekirin, em spasiya wan dikin.”
Helîma Nehsan Beko û Semîra Osman ku ji ber êrîşên çeteyên dewleta Tirk neçar man ji herêma Efrîn-Şehbayê cara duyemîn koç bikin û li Kobanê bicîh bûne, qala bûyerên bi serê wan hatine, kirin.
Helîma Nehsan Beko ji gundê Caqê yê Efrînê ye, di êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên sala 2018'an de, neçar maye ku koç bike û piştî gelek zehmetiyan li Til Rifatê bicîh bûye.
Li gorî gotinên Helîmayê, êrişên çeteyên dewleta Tirk li vir jî ranewestiyane û piştî êrişên 29’ê Mijdara2024’an dîsa mecbûrî koçberiyê bûye.
Di koçberiya dawî de Helîma Nehsan Beko û malbata xwe li gel sedan malbatên din, 2 rojan di rê de mane. Hurgiliyên vê rêwitiyê Helîma Nehsan Beko wiha tîne ziman: “Zarokên me li ber sermayê man, tî û birçî bûn. Di rê dê çeteyan heqaret li me kir, gotinên kirêt ji me re gotin. Ma em ê hîna çi bibînin, em du caran koçberiyê jiyan.”
Helîma Nehsan Beko diyar kir ku li Kobanê pir baş hatine pêşwazîkirin û alîkariya wan hatiye kirin. Helîma dixwaze ku gavên çaseriyê werin avêtin û ew jî karibin vegerin ware xwe.
Semîra Osman jî piştî dagirkirina Efrînê ya sala 2018’an ji neçarî koçî Şehbayê kiriye. Di êrişa dawî da ya çeteyan û dewleta Tirk a dagirker de ew jî, bi malbata xwe re destpêkê hatiye Tebqa, ji wir jî hatiye Kobanê.
Semîra Osman got: “Dema em ji Şehbayê derketin, di rê de çeteyên girêdayî dewleta Tirk, dîmenên me digirtin û bi me dikeniyan. Digotin ‘Kurd diçin, Kurd diçin’, me nikaribû dengê xwe bikira. Eger me dengê xwe bikira, wê em hemû bikuştana.”
Semîra Osman diyar kir gelê Kobanê ew gelekî baş pêşwazî kirine û got: “Em bi wan serbilind in. Alîkariya me kirin, malên xwe ji me re vekirin, em spasiya wan dikin.”
ANHA/KOBANÊ