Divê dagirker derkevin

Şemî 1 Sibat 2025 - 02:35

Koçberên ji kantona Efrîn-Şehbayê yên li Tebqayê bi cih bûne, bang li hêzên navneteweyî kir ku beriya dest bi çareseriya siyasî bikin, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji herêmên dagirkirî derxin.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ku îdiaya çareseriya siyasî li Sûriyeyê dikin, du car e şêniyên ji kantona Efrîn-Şehbayê ji warên wan koçber kirin, guhertina demgorafîk pêk tînin û komkujiyan li dijî niştecihan dikin. Der barê mijarê de koçberên ji Efrîn-Şehbayê yên li kantona Tebqayê dimînin, axivîn.

Koçbera bi navê Riweyda Îbrahîm bi van gotinan bal kişand ser bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker û got: "Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bû du car me koçber dikin. Ev jî komployek li dijî gelê Kurd e. Rêxistinên ku qala mafên mirovan dikin çima li hemberî qirkirinên li dijî Kurdan xwe bêdeng kirine, çima hedekê ji dewleta Tirk a dagirker re danaynin?"

Koçberê bi navê Mistefa Reşîd jî got: "Gelo ev şerekî plankirî yê qirkirina me ye yan berdewamiya sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî gelê me yê herêmê dagirkirî ye? Piştî em koçberî Tebqayê hatin kirin jî rêxistinên navneteweyeyî alîkariyê pêşkêşê me nakin û rewşa me bi temamî paşguh kirine."

Endamê Meclisa Giştî ya PYD’ê yê ji Efrînê koçber bûye Welîd Dengelî jî anî ziman ku dewleta Tirk a îdiaya çareseriya siyasî dike derewan dike û wiha dom da axaftina xwe: "Dewleta Tirk û çeteyên wê erdê me dagir kirine. Divê Neteweyên Yekbûyî û civaka navneteweyî dagirkeriya Tirk bi dawî bike û bi grantiyan me vegerînin, piştre behsa çareseriya siyasî bike."

ANHA/ TEBQA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.