900 hezar Euro hatin şandin

În 17 Çile 2025 - 03:00

Hevya Sor a Kurdistanê ku navneda wê li Ewropayê ye jî, 3’yê Kanûna 2024’an ji bo piştevaniya koçberan Kampanya Alîkariya Lezgîn da destpêkirin. Li gorî agahiyên ku rayederên Hevya Sor a Kurdistanê parve kirine, di 45 rojan de 900 hezar Euro hatine komkirin. Alîkariya hatiye komkirin bi rêya Heyva Sor a Kurd a li Rojava, ji bo koçberan hatin şandin û hatin belavkirin.

Rayedaran diyar kirin ku dê kampanyaya wan berdewam bike û bang li herkesî kirin ku tevlî kampanyayê bibin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.