1.100 malbat alîkariyê werdigirin
În 20 Sibat 2026 - 03:55

Heyva Sor a Kurd paketên xwarinê yên ku ji aliyê Dezgeha Kerkûkê ya Xêrxwaziyê ve hatine şandine, li hezar û 100 malbatên koçber belav kirin. Alîkarî li Staduyma Şehîdên 12’ê Adarê li koçberên ji Efrîn, Şehbayê û Helebê yên li taxên Kornîş û Xerbî yên bajarê Qamişloyê dimînin, hatin belavkirin. Belavkirina alîkariyan wê li taxên Kornîş, Xerbî, Hilêliyê, Qidûrbeg, Enteriyê, Erbewiyê û Cûdî dewam bike. Hêjayî bi bîrxistinê ye ku Dezgeha Kerkûk a Xêrxwaziyê bi 2 karwanan 27 kamyonên barhilgirên alîkariyê şandin Rojava. Karwana yekemîn ji 15 kamyonan û ya duyemîn ji 12 kamyonan pêk dihat. Her wiha 45 ton derman ku ji aliyê Dezgeha Xêrxwaziyê ya Kerkûkê, Kanal 8 û Biloka Helwest ve hatibû şandin. Jê 40 ton radestî Nexweşxaneya Gel hatin kirin û 5 ton li klînîkên gerok hatin belavkirin. Koçberên ji Efrîn, Şehba û Helebê yên vê dawiyê ji ber êrişên li ser Tebqa, Reqa û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ji warê xwe bibûn, sûdê ji van alîkariyan werdigirin.
ANHA/QAMIŞLO














