Hovîtiya dagirkeran vegotin

Şemî 28 Kanûn 2024 - 02:30

Koçberên ji Efrînê behsa rêwîtiya koçberiyê û sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê kir û gotin:"Em ê berxwedanê berdewam bikin heya vegerin li ser erdên xwe, malên xwe û milkên xwe yên li Efrînê."

Bajarê Çilaxa yê kantona Cizîrê 82 malbatên ji kantona Efrîn-Şehbayê yên ku ji ber êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê hatine koçberkirin, pêşwazî kirin. Malbatên koçber bi awayekî demkî li Dibistana Hisên Îbrahîm hatine bicihkirin.

Koçberan hovîtiya dewleta Tirk û çeteyê wê vegot û li hember dagirkeriyê banga hevgirtinê kir.

Şêxmûs Îzet ji gundê Basûta yê Efrînê ye, ji ber êrişên dagirkeriyê yên li ser Efrînê di sala 2018ˈan koçî herêma Şehbayê kir, di vê mehê de jî ji ber êrişên li ser Şehbayê neçar ma koçî bajarê Çilaxa yê kantona Cizîrê kir.

Şêxmûs Îzet Berxwedana Serdemê ya 58 rojan a sala 2018ˈan a Efrînê bi bîr xist û got: "Tevî êrişên hewayî yên dewleta Tirk a dagirker me di sala 2018ˈan de 58 rojan li ber xwe dan. Me 7 salan jî li Şehbayê li ber xwe da. Me mercên zehmet ên koçberiyê tehemul kirin, lê hêviya me ew e ku dagirkeran biqewitînin û vegerin Efrînê.”

Şêxmûs Îzet bal kişand ser hûrguliyên koçberiya duyemîn û sûcên ku çeteyan kirine û ev tişt parve kir: "Me di rêya koçberiyê de termên şêniyan dîtin ku ji aliyê çeteyan ve hatibûn qetilkirin. Heqaret û îşkenceya derûnî li me dikirin. Li bajarê Til Rifetê jî sivîl qetil kiribûn û termên wan bi erebeyê ve girê dabûn û bi dû xwe ve dikişandin. Çeteyan ji me re digot ˈEv e çarenûsa Kurdanˈ. Digotin ji vir derkevin û milkên we ji me re ne."

Ebdulezîz Kamîran jî xwendekarekî Peymangeha Zimanê Kurdî bû, diyar kir ku wekî bersiva li hember êrişên çeteyan û wekî israr û berxwedana li hemberî wna dê xwendina xwe berdewam bike.

Ebdulezîz Kamîran bi domdarî got: "Ji dema dagirkirina Efrînê ve heya niha em li ji bo nasname û neteweya xwe têkoşînê dikin û li ber xwe didin. Em teslîm nabin, em serî ji dagirker û çeteyan ên ku hewl didin gelê me qir bikin û demografiya herêmê me biguherin re netewînin."

Wefa Şaman behsa koçberiyê jî kir û got: "Erebeya me bi rê de xirab bû û çeteyan rêya me girt. Em neçar man bi meşê rêya xwe ya ber bi kantona Tebqayê ve Tebqayê ve dewam bikin. Em sûcên wan ji bîr nakin. Em ê berxwedanê berdewam bikin heya vegerin li ser erdên xwe, malên xwe û milkên xwe yên li Efrînê."

ANHA/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.