Gal perwerdeya bi zimanê dayikê nîqaş dike

Nûçeyên Jiyan/Civak

Pêncşem 18 Nîsan 2024 - 00:26

Hikumeta Welatê Galê wê çend meh paşê pêşnûmaya Qanûna Perwerdeya Galî pêşkêşî parlamentoya herêmî bike. Di vê pêşnûmayê de tê dîyarkirin, heta sala 2050 wê % 50 yê zarokên li Welatê Galê bi zimanê galî bên perwerdekirin.

Tevgera zimanê galî dixwaze heta vê salê % 100ê zarokan bên perwerdekirin. Cymdeithas yr Iaith dixwaze hemû zarokên li Welatê Galê (Cymru) bi zimanê galî bên perwerdekirin. Tevgera ziman Cymdeithas diyar kir, pêkanîna armanca perwerdekirina hemû zarokan heta sala 2050 pêkan e.

Tevgerê ji bo pêşkêşkirina vê daxwazê wê di 18 nîsanê de li Parlamentoya Galê tevlî civînekê bike. Cymdeithas wê di civînê de xebata xwe ya statîstîkî yên li ser gav bi gav pêşketina perwerdeya bi zimanê galî pêşkêş bike. Bi vê xebatê Cymdeithas dixwaze nîşan bide, heta 2050 perwerdekirina hemû zarokan bi zimanê Galî mimkûn e.

Perwerdehiya Galî ji bo her kesî

Lêkolîna berfireh a statîstîkî ya tevgera ziman ji 5 salan carekê tê lidarxistin. Hêjayî bibîrxistinê ye, hukumeta Galê wê çend meh paşê pêşnûmaya Qanûna Perwerdeya Galî pêşkêşî parlamentoya herêmî bike. Di vê pêşnûmayê de tê dîyarkirin, heta sala 2050’î wê % 50 yê zarokên li Welatê Galê bi zimanê galî bên perwerdekirin.

Cymdeithas îdîa dike, eger hukumet têra xwe dilxwaz be û çavkanîyên fînansî terxan bike wê heta sala navborî % 100 ê zarokan dikarin bi galî bên perwerdekirin. Di civîna parlamentoya herêmî de wê Cymdeithas belgeya xwe ya bi navê “Perwerdehîya Galî ji bo Herkesî: Pêkanîna Armancê” pêşkêş bike. Aktîvîstên zimanê galî hêvî dikin, bi vê belgeyê bandorê li endamên parlamentoyê û hukumeta Welatê Galê bikin.

% 17 yê civakê bi Galî diaxivin

Tevî ku nifûsa welêt 3 milyonî ye, bi tenê nîv milyon welatî bi zimanê Galî diaxivin. Welatê Gal herêmeke otonom a li rojavayê Brîtanyayê ye. Li vî welatî  îngilîzî û galî xwedî statuya fermî ne. Tevî ku nifûsa welêt 3 milyonî ye, bi tenê nîv milyon welatî bi zimanê Galî diaxivin. Ev jî dike % 17 yê hemû nifûsa Welatê Galê. Loma jî li Welatê Galê parastina ziman meseleyeke hesas a neteweyî tê qebûlkirin.

Foto: Cymraeg (zimanê galî) û ala Welatê Gal/Theatriolo.com/

INFOWELAT

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.