Dagirkeriyê berfireh dike

Duşem 22 Nîsan 2024 - 02:45

Artêşa Tirk a dagirker li Metînayê êrîşa dagirkeriyê da destpêkirin. Artêşa Tirk bi helîkopter, balafirên şer, top û obusan bê navber bombe li qadê dibarîne. HPG’ê diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze tevgera dagirkeriyê berfireh bike.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi vî rengî ye:“Artêşa Tirk a dagirker 16’ê Nîsanê di saetên şevê de êrişeke dagirkeriyê li qadên gundên Asê, Yekmalê, Xirabê, Xankê û Şêlazê yên herêma Metînayê daye destpêkirin. Artêşa Tirk a dagirker li van qadan serî li taktîkeke cuda daye. Ne di carekî de gav bi gav ber bi pêş ve diçe û dixwaze tevgera xwe ya dagirkeriyê berfireh bike. Li ser vî bingehî di şevên 17, 18 û 19’ê Nîsanê de bi helîkopterên êrişê û balafirên şer Qadên Berxwedanê ya Girê Ortê û Girê Çarçel hatin bombebarankirin. Êrîşa dagirkeriyê ya di şeva 19’ê Nîsanê de li qada Şêlazê, ber bi qada Dergelê ve berfireh dibe û dewam dike. Di rewşa heyî de qadên Girê Hakkarî, Girê Çarçel, Girê Şehîd Çekdar, Girê Şehîd Piling, Girê Ortê, Asê, Yekmalê, Xirabê, Xankê, Şêlazê û Dergelê di hedefa dagirkeriyê de ne. Tevgera li van qadan didome. Di heman demê de ev qad ji hewayî bi helîkopter û balafirên şer, ji bejahî jî bi top û obusan bê navber tên bombebarankirin. Hingî ku agahiyên berfireh bên bidestxistin, wê bi gelê me û raya giştî re di kêliyê de bên parvekirin.”

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.