Bi hemû şaneyên xwe têkoşiya

Duşem 22 Nîsan 2024 - 01:45

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî şehadeta gerîlayekî de daxuyaniyek da û wiha got:"23'ê Adara 2024'an li herêma Rojavayê Zê ya Şehîd Delîl di êrişa dijmin de hevrêyê me Xebat Turkmen şehîd bû. Rêber Apo bi fikrê Neteweya Demokratîk rastiya wê yekê nîşan da ku di serî de Rojhilata Navîn ji bo hemû gelan jiyaneke azad gengaz e. Bi Şoreşa Azadiyê ya Rojava re fikrên Rêber Apo ketin meriyetê. Ji ber vê yekê gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li gel êriş û komkujiyan jî li dora vî fikrî civiyane û jiyaneke hevpar ava kirine. Li cîhaneke tarî ya ku çeteyên DAÎŞ'ê hewl dan biafirînin, hevrêyê me Xebat Turkmen bi fikrên Rêber Apo û şerê fedaî yê hêzên azadiyê yên Rojava ronî bû, ji bo kêliyekê jî teredût nekir, tevlî nava refên têkoşînê bû û tercîha xwe li aliyê jiyana azad danî. Hevrêyê me çiyayên Kurdistanê weke cihên misogerkirina azadiyê dît, di her kêliyê de azadî hîs kir. Hevrêyê me li herêma Rojavayê Zê ya Şehîd Delîl cihek nehişt ku neçû, li gelek çeperan têkoşiya û wezîfeyên xwe yên demê bi serketî bi cih anî. Bi kesayetiya xwe ya sade, pak, durust û kedkar têkoşiya, li nava hevrêyên xwe bû cihê hurmet û hezkirinê. Di serî de ji malbata hêja ya hevrêyê me Xebat em ji hemû gelên xwe yên ku dilê xwe ji bo azadiyê lê dide sersaxiyê dixwazin.

Hevrêyê me Xebat Turkmen weke ewladekî ji dayikeke Tirkmen û bavekî Ereb li Reqayê ji dayik bû. Li nava malbateke di halê xwe de mezin bû, bi terbiye û exlaqa civakî ya ji malbata xwe wergirtî mezin bû. Dema ku çeteyên DAÎŞ'ê Reqa dagir kirin, di temenê destpêkê yê ciwantiya xwe de bû. Di demeke kurt de fêhm kir ku ti eleqeya van çeteyan bi ol re nîne. Ji ber komkujiyên ku çeteyên DAÎŞ'ê kirin, di dilê wî de hêrseke mezin ava bû, soz da ku wê rojekê hesabê van komkujiyan bipirse. Hem ji bo hesabê komkujiyên ku çeteyên DAÎŞ'ê li gelên me kiriye bipirse, hem jî xwe di îdeolojiya azadiyê de hîn bêhtir kûr bike, berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me yê ku xwe û rastiya xwe li çiyayên Kurdistanê dît, bi perwerdeya îdeolojîk a ku wergirtî re bû kesayetiyeke sosyalîst. Hevrêyê me Xebat ê ku bi kesayetiya xwe ya dilnizim û aram tê naskirin, bi tevlîbûneke sade hemû erk û berpirsyariyên xwe bi awayekî serketî û rast bi cih anî û kedek mezin da. Mîna milîtanekî Apoyî xwe di xeta fedaîbûnê de perwerde kir û hîn bêhtir bi rengekî çalak tevlî bû. Herî dawî di 23'ê Adarê de hevrêyê me Xebat di şerê bi dijmin re bi awayekî fedaî şer kir, heta nefesa xwe ya dawî bi girêdayîna nirxên azadiyê ya jê bawer dikir û ji bo vê jî kêliyekê jî ji bo berdêl bide dudilî nebû gihişt şahadetê."

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyê me yê şehîd wiha ne:

Xebat Turkmen (Mihemed Ninawî), li Reqayê jidayîk bûye, 23’ê Adara 2024’an li Zê şehîd bû.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.