Divê serwerî bê parastin

Duşem 22 Nîsan 2024 - 00:37

Êriş û dagirkeriyên dewleta Tirk yên li ser gelê Kurd xwedî rehên dîrokî ne û di her qonaxê de bûne xwedî hincetên bêbingeh. Niha jî bi êriş û bombebaranên xwe yên li ser Başûrê Kurdistanê û bi alîkarî-hevkariya PDK’ê, ji bo bi temamî dagirkirina Başûr û zindîkirina sînorên “mîsaqî mîllî”. Li ser vê yekê welatiyên Silêmaniyê axivîn. Tahir Mistefa got; “Em daxwazê ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal dikin ku çareyekê ji vê dagirkeriya dewleta Tirk re bibînin û serweriya Herêma Kurdistanê û Iraqê biparêzin. Lê diviyabû dewleta Iraqê ev binpêkirin û bombebarankirinên ku bi rêya hewayî û bejayî tên kirin qebûl nekira. Ji ber ku ev yek serweriya xak û qada hewayî ya Iraqê binpê dike, nikare bertek nîşan bide. Bi rastî ev ji bo Iraqê şaşitiyeke mezine.” Teha Ehmed jî got;“Dewletên dagirker çareseriya doza Kurda naxwazin û gelê Kurd qebûl nakin. Tu ferq di navbera wan de nîne, tenê dixwazin statuya  Herêma Kurdistanê têk biçe. Ev Herêm bi xwîna şehîdan hatiye avakirin, lewra Tirk, Ereb û Faris jî nikarin vê ezmûna siyasî û erdnîgarî ya Herêma Kurdistanê ji holê rakin. Sedema bêdengiya dewletan a li hemberî êriş û dagirkeriyên Başûrê Kurdistanê di berjewendiyên wan de ye. Berjewendiya Iraqê di vê mijarê de di wê yekê de ye ku her du dewletên dagirkerên Kurdistanê ne ku welatiyên Kurd şehîd bikin û malên wan bombebaran bikin. Her wiha dixwazin statuya siyasî û erdnîgariya Herêma Kurdistanê ji holê rabe.”

ROJNEWS/SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.