Bi milîtarîzmê re narkotîzmê jî geş dikin

Duşem 22 Nîsan 2024 - 00:15

  • Hevserokê DEM Partiyê yê Amedê Abbas Şahîn bal bire amûreke şer a li Kurdistanê, narkotîkê, destnîşan kir dewleta Tirk ne tenê bi operasyonên leşkerî lê her wiha bi narkotîzmê jî şerê dijî Kurd dike, bi vê pê hem ciwanan dirîzîne hem jî bi narkotîzmê aboriya şer tê fînansekirin.

Bi teşwîqa hêzên dewleta Tirk li Amedê bikaranîna madeyên hişbir her ku diçe zêdetir dibe. Nexasim jî li taxên hejar ev rêje hê zêdetir e. Bikaranîna madeyên hişbir xwe li deriyê zaroyên dibistana seretayî jî daye. 

Hevserokê Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) yê Amedê Abbas Şahîn diyar kir dewleta Tirk ji sala 2015’an û vir ve, ji bo pêşî li çaresernekirina pirsa Kurd bigire bernameyeke berfireh daye ber xwe, ne ku ne tenê ji alî bi operasyonên leşkerî bi ser Kurdan de tê, lê her wiha rêyên herî gemarî yên bi armanca rizandina civakê, rêbaza narkotîkê jî bi kar tîne.  

Şahîn destnîşan kir Tirkiye yek ji rêgeha narkotîkê ye, derdorên ku bi AKP’ê re kar dikin bi rengekî pir cidî bazirganiya narkotîkê dikin û dema ku şerê dewleta Tirk ya li dijî Kurd geştir dibe, bazirganiya narkotîkê jî tê geşkirin û bi vê aborî tê fînansekirin.

Şahîn bi berdewamî diyar kir dewleta Tirk ji bo ku ciwanan ji polîtîkayê dûr bigire rêbazeke wiha tarî û gemarî bi kar tîne.

Berê ciwanan ji hunerê dane narkotîkê

Şahîn têkilî polîtîkaya narkotîkê ya dewleta Tirk a li ser Kurdistanê wiha got: ’’Sala 2014'an planeke têkbirinê hebû. Di bingeha vê planê de ev yek hebû. Bi pasîfîzekirina siyaseta demokratîk gel ji siyaseta demokratîk bê dûrxistin, statuya mafê Kurdan ji holê bê rakirin, bala ciwanan a li ser siyasetê bê kêmkirin û bendewariya mirovan a ji siyasetê ji holê bê rakirin. Ev rêbaz hate berfirehkirin û bicihanîn. Bajar wê bihatina hilweşandin, mirov bihatina koçberkirin û penaberkirin. Bi taybetî li cografya Kurdistanê ciwanên ku bi rêya cemaet û tarîqatan nekarîn bi dest bixin wê bişanda derveyî welat, yên ku nekarî bişîne jî polîtîkaya narkotîkê li dijî wan hate meşandin. Cûreyên cuda yên narkotîkê hene. Mixabin temenê bikaranîna narkotîkê niha daketiye heta 8 salî. Ev rewş vê yekê tîne bîra mirovan. Demekê narkotîk bi hêsanî diket girtîgehê ku me hemûyan zanîbû ku bêyî agahiya rêveberiya girtîgehê ev nikarîbû bihata kirin. Li vê derê jî heman rewş heye.

Bi taybetî li Kurdistanê berê ciwanên me dan narkotîkê. Me dît ku ciwanên berê bi huner, wêje û perwerdeyê mijûl dibûn, paşeroja wan hate tarîkirin, hatin pasîfîzekirin û ber bi narkotîkê ve hatin dehfdan. Ev yek bi rengekî eşkere kirin."

Narkotîk têk çûbû

Şahîn ragihand ku li cografya Kurdistanê polîtîkayeke şer a cidî tê meşandin û got, "Em dibînin ku ji çareseriyeke demokratîk bêhtir ber bi polîtîkaya îmhakirinê ya topyekûn ve pêvajoyek hatiye destpêkirin. Sîstema ku di salên 1990'î de polîtîkayên asîmîlasyonê meşand, ji ber ku bi ser neket serî li rê û rêbazên cuda da. Li Amedê di pêvajoya çareseriyê de bikaranîna narkotîkê bi temamî qediya. Lê belê piştî sala 2015'an bi plana têkbirinê re bikaranîna narkotîkê hate zêdekirin."

Em ê teşhîr bikin

Şahîn herî dawî destnîşan kir desthilatdarî polîtîkayeke bi zanebûn dimeşîne û got, "Em ê vê yekê teşhîr bikin. Çawa ku me şaredariyên xwe ji wan astandin em ê bixebitin ku ciwanên xwe ji narkotîkê dûr bixînin. Ji bo paşerojekê bidin ciwanên xwe em ê qadên nû ava bikin, wan ji nava çirava narkotîkê rizgar bikin.’’

ANF/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.