Mihrîcana Amarayê bi dawî bû

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 10 Nîsan 2024 - 00:34

Bi dirûşma "Bi ruhê şehîdan em ê dagirkeriyê têk bibin û azadiya Rêber Apo misoger bikin" Mihricana Amarayê ya hunerî û sporê ya 4’an bi dawî bû. Mihrîcan li kampa Şehbayê hate lidarxistin. Roja yekem a mihrîcanê li lîstîkgeha gundê Babinês bi sporê dest pê kir tê de tîmên fûtbol, voleybol, kişandina ben û kişikê hatin lîstin. Di roja duyem de bi beşa hunerî li qada kampa Berxwedanê bi dawî bû tê de komên Nucan Serdos a stranan, koma Şehîd Reşîd a govendê, koma Şehîd Îlan Dara ya stranan, koma Berxwedan a govendê û koma Şehîd Hêva ya stranan derketin ser dikê û stranan gotin.

Bi mihrîcanê çand û huner diparêzin

Rêvebera Desteya Ciwanan û Werzîşê ya Efrîn-Şehba Emîna Hec Ebdo der barê armanca wan a lidarxistina mihrîcana Amarayê anî ziman û got: "Li ser asta Efrîn Şehba û Helebê Mihrîcana Amarayê ya 4’an bi rojên xwe yên hunerî û sporê her sal tê lidarxistin. Em mihrîcana Amarayê ya çaremîn li Rêber Apo û tevahî pakrewanan pîroz dikin. Bi taybetî em mihrîcana Amarayê di meha Nîsanê de li dar dixin û diyarî Rêber Apo dikin, ji ber wî ji bo azadiya hemû gelan têdikoşin û li ber xwe didin. Em jî weke ciwan û jinên ciwan li ser şopa Rêber Apo dimeşin. Ji aliyê desthilatdaran ve qirkirinek çandî û hunerî tê kirin lewre em jî bi riya mihrîcan û çalakiyan çanda xwe ji qirkirinê diparêzin. Ev mihrîcan wê bibe bersiv ji dagirkeran re. Hêviya me ew e ku sala li pêş ev mihrîcan ne li warê koçberiyê, li ser axa Efrînê be. Di nava pêvajoyên ku em derbas dibin de weke ciwan divê em bi erkên xwe yên şoreşgerî rabin û azadiya fizîkî ya rêber Apo misoger bikin."

Çand bersiva dijmin e

Endama koma Nucan Serdos a stranan Rozîn Mihemed ku beşdarî mihrîcana Amarayê ya çaremîn bû hestên xwe wiha anî ser ziman: "Yekem car ez beşdarî mihrîcana Amarayê dibim û tê de hunera xwe pêşkêş dikim, em gelek kêfxweş in ku di rewşa em tê re derbas dibin çanda xwe zindî dikin û ji qirkirinê diparêzin. Heya ku em azadiya fizîkî ya Rêber Apo misoger nekin em ê tu carî ranewestin û her dem di nava çalakî û xebatan de bin. Gelê Kurd wê bi zindîkirina çanda xwe her dem bibe bersiv ji dijmin re."

NÛJINHA/ŞEHBA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.