Krîza aborî têkilî pirsa Kurd e

Duşem 22 Nîsan 2024 - 00:17

Serokê berê yê SMMMO'yê Îbrahîm Şahîn krîza aborî ya li Kurdistanê û Tirkiyê bi bîr xist û got bi çareserkirina bi rêyên demokratîk a pirsa Kurd wê krîza aborî ji holê rabe.

Ji ber polîtîkayên şer ên desthilatdariya AKP-MHP'ê krîza aboriyê ya li Tirkiye û Kurdistanê roj bi roj girantir dibe. Ji ber krîza aboriyê sînorê xizaniyê derket 66 hezar lîreyî, li Kurdistan û Tirkiyeyê mûçeyê kêmtirîn jî 17 hezar lîre ye. Rêjeya welatiyên ku bi mûçeyê kêmtirîn dijîn di ser 50 ji sedî re ye.

Bûdçeya şer ji berîka gel derdikeve

Ji ber polîtîkayên şer ên desthilatdariya AKP'ê û budçeya ku ji bo şer xerc dike, gel mehkûmî birçîbûnê dike. Ji ber krîza aboriyê her roj bi sedan kargeh girtî ne, bêkarî û xizanî jî zêde dibe.

Her roj lîre ji qîmet dikeve

Serokê berê yê SMMMO’yê Îbrahîm Şahîn, diyar kir ku lîreyê Tirk her ku diçe ji qîmet dikeve. Şahin, da zanîn ku di pêvajoya hilbijartinê de aboriya welat zirarek cidî jiya û got ku piştî hilbijartinê bi bihakirina her tiştî re cardin fatûra li gel dibirin. Şahîn, anî ziman ku yek ji bajarên ku herî zêde ji krîza aboriyê bandor bûye Wan e û wiha got, “Sedemên krîza li welatê me, ji ber ku polîtîkayên hilberîn û îstihdamê bi çavkaniyên îthal tên telafkirin, mercên ewlekariyê yên qanûnî yên veberhêner nayên avakirin, xerckirinên nepêwîst û têgînên serweriya hiqûqê nayên avakirin.”

Sedema sereke pirsa Kurd e

Şahîn, di dawiyê de jî diyar kir ku sedema krîza aboriya ya herî bingehîn ya li Kurdistan û Tirkiyeyê neçareserkirina pirsgirêka Kurd e û got eger pirsgirêka Kurd bi rêbazên demokratîk çareser bibe, mîqdarê pereyên ji aliyê aboriyê ve hatine xerckirin dikarin bigihêjin asteke ku bi tevkariyê li pêşketina welêt bike û bandorê li krîzê bike.

ANF/WAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.