Di tûrikê Erdogan de çi heye?

Duşem 22 Nîsan 2024 - 00:26

  • Piştî 12 salan biryar e Erdogan 22’ê Nîsanê ango îro serdana Iraqê û herêma Kurdistanê bike. Di bingeha vê serdanê de yek armanc heye, ew jî dewamkirina dagirkeriyê, mayîndekirina artêş û îstîxbarata wê ya li Iraq û herêma Kurdistanê ye. 

Di heyama du mehên borî de rayedarên Iraqî û Tirkiyê reşnivîsa çendîn lihevkirinan amade kirin ku di serdana Erdogan de bên îmzekirin. Di van lihevkirinan de mijarên sereke ewlekarî, leşkerî, abor, siyasî û bazirganî ne. Tevî ku serdana Erdogan bi navê pêşxistina peywendiyên Iraq û Tirkiyê tê binavkirin jî lê di esasê xwe de li ser mijarên leşkerî ye. Erdogan dixwaze di du waran de Iraq û Herêma Kurdistanê bi berjewendiyên xwe ve gire bide. Erdogan dixwaze hikûmeta Iraqê û Herêma Kurdistanê tevlî şerê li dijî gerîlayên PKKê bike û şer bi wan bide kirin. Di heman demê de dixwaze destûr û derfet çêbibe ku li Iraqê zêdetir baregeh û nuqteyên leşkerî li Iraqê ava bike.

Şêwirmendê Ewlekariya Netewî ya Iraqê Qasim Erecî hefteya borî di dîdarekê de li Silêmaniyê li Zanîngeha Amerîkî got:’’Iraqê soz nedaye Tirkiyê ku beşdarî tu operasyonekê bibe. Bi tenê li gorî berjewendiyên hevpar di warê ewlehiyê de bi hev re hemahengiyê bikin.” Rayedarên Îraqî heta niha eşkere nekirine ku ew ê beşdarî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker ya li ser xaka Herêma Kurdistanê bibin yan na. Eger Iraq bikeve xefika Erdogan, wê rewşa Iraqê aloztir bibe û wê Kurd bikevin bin metirsiyeke mezin.

Derewa ‘Herêma ewle’

Armanca din ya serdana Erdogan jî ew e ku Herêma Kurdistanê, bi gotineke din, hikûmeta Herêma Kurdistanê û PDKê tevlî şer bike û beşdarî êrişeke li dijî PKK’ê bike. PDK bi salane ketiye xefika dewleta Tirk. Lê vê carê rewş cuda ye û Erdogan dixwaze vî şerî li dijî PKK’ê bi Herêma Kurdistanê û Bexdayê bide kirin. Her çendî ku sernavê êrişên Tirkiyê şerê li dijî PKKê ye jî, lê planên dewleta Tirk yên demdirêj ew in ku li gor nexşeya “mîsaqî mîllîî” Kurdistanê dagir bike û gelê Kurd tune bike. Dewleta Tirk ji vê dagirkeriyê û nexşerêyê re hinceteke nerewa dît ku ew jî “herêma aram”e ku Erdogan dibêje ew dixwazin hêzên Kurdî li ser sînor nemînin. Lê di rastiya xwe de dewleta Tirk ne li ser sînor û ne jî li hindirê Kurdistanê naxwaze tiştek bi navê Kurd, PKK, Şervan û Pêşmerge hebin. Plana Erdogan ya ji serdana Iraqê di meha borî de eşkere bû; dewleta Tirk êrişên xwe yên li ser Herêma Kurdistanê duqat kirin ku roj hene 10-15 caran êrişî xaka Herêma Kurdistanê dike.

Iraqê bixe bazara sereke

Dosyayeke din da di tûrikê Erdogan de ji bo Iraqê jî mijarên bazirganî û aborî ne. Erdogan dixwaze Iraqê bike bazareke sereke û kiryarê daîmî yê kelûpelên xwe, da ku bazara Iraqê ji bindestê bazirganiya Îranê derbixe. Herwiha dixwaze Iraqê bi çend lihevkirinên aborî bi xwe ve girêbide da ku Iraq teslîmî daxwazên Tirkiyeyê yên paşerojê bibe. Beriya her tiştî dewleta Tirk berdana ava çemên Dîcle û Firatê bi alîkariya Iraqê ya di tevgerên xwe yên dagirkeriyê ve girêdide. Herwiha qebûlkirina projeya “Rêya Geşepêdanê” ji aliyê Iraqê û peymanên aborî û bazirganiyê yên ku dewleta Tirk ji Bexdayê re pêşniyar kiribû.

Hinek şarezayên siyasî yên Iraqê jî dibêjin, serdana Erdogan ji bo Iraqê ji bilî şer, tu xêrekê ji bo Iraqiyan nake, berovajî vê ev serdan tenê ferzkirina siyaset û berjewendiyên Tirkiyê li ser Iraqê ye.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.