Di berxwedanê de bi israr in

Sêşem 16 Nîsan 2024 - 00:33

Koçberên Efrînê û xelkê Şehbayê derbarê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê û berxwedana ku dikin de nêrînên xwe parve kirin.

Meryem Omer got:’’Ji roja em ji Efrînê derketin û li Şehbayê bi cih bûne ve, dewleta Tirk a dagirker kêliyekê jî êrişên xwe li ser sivîlan nedaye sekinandin. Di qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê de dewleta Tirk a faşîst bi dehan komkujî li dijî sivîlan, bi taybetî zarokên Efrînê pêk anîne. Rojane navçeya Til Rifetê û gundên navçeya Şêrawa ya Efrînê û gundewarê Şehbayê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve tên topbarankirin. Dewleta Tirk a faşîst ruxmî ku tevahî sûc û binpêkirinan dike, hewl dide nasnameya Kurd ji holê rake. Lê wê bi hovîtiya xwe nikaribe îradeya gelê Efrîn û Şehbayê bişikîne.

Neda El Ehmed jî wiha axivî:’’Em ê bi yekitiya gelan dagirkeriyê têk  bibin. Em bi tundî êrişên dewleta Tirk a li hemberî herêma xwe şermezar dikin. Bila dagirkerî baş zanibe ku ji bilî têkoşînê em rêyekî din napejirînin.

Cîgerxwîn Şêxo jî nêrînên xwe wiha parve kirin:’’Li Şehba gel rêya berxwedanê hilbijartiye. 6 sal e em  li Şehbayê li ber xwe didin û têdikoşin. Li kêleka êrişên rojane hikumeta Şamê ambargo li ser me dimeşîne. Têkoşîna me ji bo vegera li Efrînê ye. Tu carî kes nikare me ji xaka me dûr bixe. Em ê bi berxwedana xwe vegerê misoger bikin.

ANHA/ŞEHBA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.