• Li Başûrê Kurdistanê pirraniya xelkê ji siyaset û partiyên siyasî hêrs bûne û ji wan nerazî ne. Ji ber ku 32 sal dibihurin û gel pratîka wan partî û reftarên wan ên siyasî dibîne.

Li Başûrê Kurdistanê pirraniya xelkê ji siyaset û partiyên siyasî hêrs bûne û ji wan nerazî ne. Ji ber ku 32 sal dibihurin û gel pratîka wan partî û reftarên wan ên siyasî dibîne. Xelkê Başûr roj bi roj zêde bê hêvî û hêrs dibe. Gelo siyaset bixwe wisa xerab e yan pratîka wan hêzên siyasî ji bingeh û esas ve bi xerabî û şaştî hatiye?

Li gorî fîlozof Sokrates; maneya siyasetê xizmetkirina bi ruh û moral a mirovan e.  Wate xizmetkirina xelkê, û xêr û xweşî ji bo xelkê ye. Lê di serdema kapîtalîzma neo-lîberal de siyaset bûye derew û xapandin, zilm û zor. Li Başurê Kurdistanê jî siyaset bûye derew, dizî û talankirina serwet û malê gel. 

Li gorî pirraniya xelkê li Başûrê Kurdistanê wateya siyasetê derewkirin û dewlemendbûn li ser hesab û kîsê gel e. Ya rastî ew e ku hêviya gel bi ti partî, grup û tevgerekê nemaye ku bi rastî û dirustî ji bo xizmeta gel têbikoşe. Çi partîyên sekuler û layîk û çi jî partiyên dîndaran; çi yên mezin û çi yên piçûk; çi desthilatdar û çi muxalefet; xelkê tevahiya wan partî û tevgeran ceribandin û encam heman encam bû. Hemû wekî hev bûn.

Edî dem dema bê hêvîbûnê ye li Başûr. Dem dema acizbûn û xwe ji siyasetê dûrhiştinê ye. Rewşa Başûrê Kurdistanê gotineke bediiuzzeman Saîdî Nursî tîne bîra min: Xwedêwo, ez ji te dixwazim ku tu hefza min bikî ji şeytan û siyasetê. 

Gelo siyaset ewqasî qirêj e, yan pratîka çeteyên li Başûr li ser navê siyasetê, siyaset ewqasî qirêj û gemar kiriye; wisa kiriye ku gel ji siyasetê nefret bike? Ez bawer dikim ev dibe 90 sal ku bi zanabûn û bi qest, dijminên me li ser navê siyasetê û partîyên siyasî, formekî ji çetegirî û sextekariyê li Kurdistan ava kirine. PDK ya Iraqê û bi taybetî malbata Barzanî mînakeke pirr zelal e ji bo grupên çete ku li ser navê siyasetê û kurdayetiyê her tim xizmetkarên dijminên Kurdan bûn. Mînakek ji hezaran mînakan ya ku em dikarin iro bînin ziman ew e ku niha li Bexdayê, PDK bûye alîgirê siyaseteke şovenî û qirêj ku dibe sedema malwêraniya gelê Kurd. Ji we wêdetir jî, wê qirêj li ser navê Kurdayetiyê difiroşe Kurdan. Heta doh PDK´ê digot, em digel Iraqê dibin 2 cînarên baş. Niha şer dike ji bo postên serokkomariyê û wezaretên Iraq û yekîtiya Iraqê. 

Sextekariya ku li ser navê Kurdayetiyê û siyasetê îro tê meşandin, ti caran di dîroka Kurdan de nehatiye dîtin. Piştî ewqas qirêjî û sextekariya li ser navê siyaset û Kurdayetiyê, em edî lazim e ku alternatîfekê pêşniyaz bikin. Gelo alternatîf heye? Heger heye, çawa em lê nêzîk bibin? Heger tineye, çawa em bi xwe alternatîfekê çêkin? Ez bawer dikim rewşa Bakurê Kurdistanê a salên 1980´yî dikare bibe mînakek ji bo xeyal û amadekariyên ji bo çêkirina alternatîfê. Yanî lazim e şoreş li dijî Kurdayetiya sexte çêbe.