Li Dêrsimê nebat tine dibin

Nûçeyên Jiyan/Civak

Şemî 15 Hezîran 2024 - 00:19

GULISTAN GULMUŞ / JINNEWS / DÊRSIM

Dêrsîm ku bi erdnîgarî, çem, nebatên xwe eleqeyek mezin dibîne, 350 jê endemî 2 hezar cure kulîlk li Dêrsîmê hene. Ji van nebatên ku xwedî kokek dîrokî ne derman tên çêkirin, ji bo nexweşî û birînan tê bikaranîn. Bi hatina biharê re xelkê herêmê û turîst bê hişmendî bi kar tînin û ev jî rê li ber tunebûna wan vedike. Endama Komeleya Hawirdorê ya Dêrsîmê Hatun Esen, bal bire ser riyên parastina xwezayê.

7 cure tine bûn 

Hatunê da xuyakirin ku nebatên li Dêrsîmê veguherîne bazirganiyê û di gerên turîstîk de nebat bê zanebûn tên rakirin lê ji bo ev nebat tune nebin hewce bi tovên wan hene. 

Dema bendav hat çêkirin li vir 7 cureyên endemîk yên nebatan tunebûn. Êrişek bêperwa heye. Di zaroktiya me de xizaniyek mezin hebû. Havîn û zivistanan wesayît nikaribûn bikevin erdnîgariyê. Mirovan nebatên wir kom dikirin û xwarina wan çêdikir. Nîvê wê jî ji bo tov dihiştin. Lê niha ji bo pereyan ev nebat tên komkirin. Kulîlk û nebatên endemîk jî tên komkirin. Ye ji vê kulîlka ayigulu bû. Ji bo birînên guleyan şîrê alabent heye. Me hem dixwar hem jî benîştê koka wê dicût. Me Alabent di nivîşk de diqewirand û dida ser birînan. Mirovên lêkolînan dikin divê van nebatan nekin alav. Divê pêşî li vê bê girtin."

Divê gel biparêze 

Hatunê destnîşan kir ku mirov bê hişmendî tevdigerin û got:“Mixabin em li xwezayê biyanî dibin. Pergal bi zanebûn me ji xwezayê dûr dixe. Berê me kesên ku mudaxaleyê nebatan dikir, hişyar dikir. Lê em niha nakin. Ekolojist qels dimînin. Ger em bibin xwedî hişmendî wê xweza bê parastin. Mirovên tên gerê bila çopa xwe navêjin. Bi taybet li dora avê dîtina van me xemgîn dike. Divê em xwedî li xwezaya xwe gundên xwe derkevin. Em dikarin bi rêxistin û rêgez vê bikin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.