Çeteyên Tirk Efrînê dişewitînin

Pêncşem 1 Tebax 2024 - 00:51

Çiyayên Efrîn a dagirkirî hefteyeke dişewitin. Qadeke ji 230 hektar a navbera gundên Elbîsek û Bilîlko, Adma, Meydan Akbis û Jela yên li navçeya Racoyê ku li derdora wê bi hezaran darên zeytûn, hêjîr û tirî hene, di 23, 24, 25'ê Tîrmehê de ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve hate şewitandin. Çavkaniyên herêmî ragihandin ku koma çete ya dewleta Tirk a bi navê 'Hêza hevpar a Firqeya Sultan Silêman Şah, Firqeya El Emşat û El Hemzat' li bejahiya gundên El Mezra, Marseka, Şawarxa, Meryemîn, Anab û Şaranê rojane bi 20 wesayitên pîkap darên li herêmê dibirrin û dibin. Heman komên çete beriya 10 rojan nêzî 200 darên zeytûnê yên li başûrê gundê Qatmayê birrîn.

Endamê rêveberiya Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê Îbrahîm Şêxo li ser mijarê axivî û diyar kir ku li Efrînê daristan bi rêk û pêk têne şewitandin. Îbrahîm Şêxo anî ziman ku 15 roj in her cihekî ji erdnîgariya Efrînê ji aliyê çeteyan ve têne şewitandin û diyar kir ku ev yek di bin ferman û çavdêriya îstîxbarata dewleta Tirk de tê kirin. Îbrahîm Şêxo her wiha ragihand ku li gorî agahiyên ji herêmê hatine wergirtin, li herêmê qadeke çêkirina komirê ji bo çeteyên Firqeya Hemzat û Firqeya Sultan Silêman Şah hatiye çêkirin.

Rêveberê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê destnîşan kir ku ev kiryarên hêzên dewleta Tirk ji bo valakirina Efrînê ya ji mirovan tê kirin.

ANF/DERYA EFRÎN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.