
Jinên Parêzgeha Helebce yên di pêngava çandina şitlan de xwedî roleke sereke li ser prastina jîngehê ji Rojnewsê re axivîn. Destpêkê jina bi navê Hawser Cemal bal kişand ser rola jinan ya xizmeta ji bo jîngehê û got:“Jin di parastin û paqijiya jîngehê de xwedî roleke sereke ye. Parastina jîngehê li gel jinan çandeke mirovî ye. Parastina jîngehê erkê me tevane. Ew paşmayên pilastîk yên em dikirin û davêjin ser jîngehê bi salan dimîne. Eger em paqij nekin, ziyaneke mezin digihêje jîngehê. Ji bo wê parastina jîngehê karekî serekî yê jiyanê ye.”
Jina bi navê Esra Mehmûd jî qala rol û rista dayîkê ya hişyarker kir û got:“Eger dayîk hişyar be wê ferdên malbatê jî hişyar bin. Hemû tişt ji xwezayê destpê dike. Xweza dayîke divê em hemû xizmetê ji bo wê bikin. Daxwaza me ji xelkê ewe dema çûn geştê derdorî xwe paqij bihêlin. Herî dawî jina bi navê Kîjan Osman jî diyar kir ku di pêngava çandina şitlan de rêjeya jinan pir zêde ye û ev jî cihê kêfxweşiyê ye û got:“Divê em hemû di parastina jîngehê de hişyar bin û ji parastina wê xwe berpirsyar bibînîn. Divê rê nedîn ku jîngeha me qirêj be û tine bibe.”
ROJNEWS/HELEBCE














