Dijminê daristanan: Dewleta Tirk

Çarşem 31 Tîrmeh 2024 - 02:05

Polîtîkaya qirkirinê ya dewleta Tirk a li ser daristanên Kurdistanê didome. Şêniyên herêmê diyar kirin xwezaya Kurdistanê tê talankirin û gotin divê dijî talanê helwesteke mezin were nişandan û gotin,’’ . Heke pêwîst be em hemû bi hev re biçin û li wir konê xwe vekin da ku li Kurdistanê rûxandina dar û xwezayê raweste.”

Ji alî dewleta Tirk ve xwezayê Kurdistanê tê talankirin. Dewleta Tirk bi hinceta ‘ewlehiyê’ li Besta, Cûdî, Gabar ên Şirnexê, li Qileban û Elkê heta bi Qeşûra û Geliyê Bêtkarê li talana daristanan dide, daristanan qir dike. Ji ber lêgerîna nefte jî li Gabarê bi hezaran dar birîn. Welatiyên ku darên wan li Gabarê hatin birîn, bertek nîşanî talankirina xwezayê dan û xwestin ku birîna daran bi dawî bibe.  

Daristanên me tine kirin

 Ahmet Emîn Tûnç diyar kir ku piştî gundê Meydîn ê giredayî Şirnexê di sala 1992’yan de hat şewitandin, ew neçar manê koçberî Cizîrê bibin û got ku darên wan ên ku li Gabarê mabûn jî hatinê birin. Tunç axaftina xwe wiha domand: “Em gelek caran li dijî wan derketin ku darên me nebirin. Ji ber neftê darên me yên li wir hatine birîn. Em naxwazin darên me bên birîn. Çiya, daristan û darên me hemû tune kirin. Li dijî vê divê bertekek mezin derkeve ku pêşî li birîna daran bê girtin. ‘’ 

Cerdevanan birî

Welatiya bi navê Medîne Aksoy jî piştî gundê wan Meydîn hatiye şewitandin koçî Cizîrê kiriye. Aksoyê jî bi lêv kir ku darên wan bi destê cerdevanan tên birin û ev tişt gotin: “Gundê me gelekî xweş bû. Darên fêkî, zevî, rez û daristanên me hebûn. Pir demên xweş bûn. Piştî em koçberî vir bûn perîşan bûn. Gundê me hat qedexekirin. Me nikarîbû herin gundê xwe. Niha jî darên me tên birîn. Darên me ji aliyê cerdevanan ve tên birîn.’’

Armanc tinekirina Kurdistanê ye

Berîvan Kûtlû, anî ziman ku darên Çiyayê Pîra yê gundê Navyana Şêxan a Şirnexê di sala 2023’yan de bi temamî hatine tune kirin û wiha got: “Ew qadeke daristanî ya mezin bû. Lê wan ew der wek cihekî taybet diyar kirin û ji Besta heta Pîrê dar birîn. Darên me jî li wê herêmê bûn. Darên sed salî hatin birîn. Darên ku gundiyan ew qas qedir û qîmet dida wan ku nedikarîn jê bikin, ji nişka ve tune kirin. Ev talan e. Navekî wê yê din tune ye. Li dijî vê jî kampanyayên îmzeyan hatin destpêkirin û kesên darên wan hatinê birîn bertek nîşan dan. Lê bi hinceta ‘Ewlehiyê’ dar hatin birîn. Lê armanc tunekirina xwezaya Kurdistanê ye.’’

Em li dijî talanê dengê xwe bilind bikin

Kûtlû, destnîşan kir divê li dijî talankirina xwezaya Şirnexê gavên berbiçav bên avêtin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Li dijî vê pergala ku xwezayê dikuje divê gavên şênber bên avêtin. Heke bertekên ku heta niha hatine dayîn bes bûna, wê encamek bihata bidestxistin. Lewma banga me ev e; Werin em berpirsiyariya xwe bi cih bînin. Li dijî vê qirkirinê em hem li Kurdistanê, hem li Tirkiyeyê û hem jî li derveyî welat dengê xwe bilind bikin. Divê hemû ekolojîst li dijî vê yekê heta ku em encamekê bigirin gavan biavêjin. Lê belê ji ber dengek baş tune ye bi salan e qirkirina daran didome. Heke pêwîst be em hemû bi hev re biçin û li wir konê xwe vekin da ku li Kurdistanê rûxandina dar û xwezayê raweste.”

MA/MAHMUT ALTINTAŞ/ŞIRNEX

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.