MEDYA-DER; mala ziman a Bedlîsiyan

Nûçeyên Jiyan/Civak

Pêncşem 24 Cotmeh 2024 - 00:56

Li bajarê Bedlîsê ku bi çanda xwe ya kurdewarî di herêmê de cihekî taybet digire, rêjeya axaftina bi kurdî gelekî lê kêm e. Ji ber polîtîkayên asîmîlasyonê, otoasîmîlasyonê û rêgirtina li ber perwerdehiya bi zimanê kurdî li Bedlîsê û navçeyên wê bi kurdî ranabin, mezin nabinû bala wan li ser kurdî kêm e. Ji bo rê li ber van polîtîkayan bê girtin xwemxûrên zimanê kurdî yên li Bedlîsê di 7’ê tîrmehê de li navçeya Tetwanê Komeleya Ziman û Wêjeyê (MEDYA-DER) ava kirin û dest bi atolyeyên zimanê kurdî kirin. Ji mamosteyên komeleyê Ferhat Topbaş têkildarî xebatên komeleyê û zimanê kurdî banga xwedî derketinê kir. 

Ferhat Topbaş derheqê komeleyê de agahî dan, banga fêrbûna ziman li xelkê Bedlîsê kir û got: “MEDYA-DER mala hemû Bedlîsiyan û gel e, bila bên di mala xwe de zimanê xwe fêr bibin.”

Sazî bi piştgiriya gel hate vekirin

Topbaş di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser rewşa gundên Bedlîsê û da zanîn ku niha li gundan kurdî zimanê yekemîn e. Topbaş diyar kir ku ji ber zimanê tirkî zimanê danûstandinê ye li navend û navçeyên Bedlîsê axaftina kurdî lawaz dimîne û da zanîn ku xwesteka wan jî ew e ku li navend û navçeyan jî zimanê kurdî bikin zimanê yekem. Topbaş anî ziman ku MEDYA-DER bi piştgiriya gel hatiye vekirin û got: “Armanca me bi vê saziyê ew e ku em zimanê kurdî dîsa belav bikin û her kes bi zimanê kurdî biaxive. Em niha li komeleyê asta yekemîn, duyemîn û sêyemîn dersan didin. Em du mamoste ne û du polên me hene. Mamsoteyek asta yekemîn û duyemîn, mamosteyê din jî ji bo asta sêyemîn dersan didin.” 

Di karê xwe de profesyonel in 

Topbaş destnîşan kir ku her asteke wan ji 3 mehan pêk tê ankû ew perwerdehiya polekê di 3 mehan de diqedînin. Topbaş anî ziman ku ew ji bo ji xwendekaran re bibin alîkar pirtûkan jî li şagirtên xwe belav dikin û wiha berdewam kir: “Şagirtên ku astên xwe bi serfirazî xelas kirin em belgeyên mezûnbûnê didin wan. Berê KURDÎ-DER li vir hebû û gelek karên baş meşandin, lê mixabin hat girtin. MEDYA-DER nû ava bû û kêm tê zanîn. Em dixwazin bê nasîn û ne tenê xelkê Tetwanê, her wiha Bedlîs, Hîsan, Xelat û hwd. jî bên li vir perwerdehiyê bibînin. Em li vir karekî profesyonel dikin û em dixwazin gel jî bi xwestek be ji bo hînbûna zimanê xwe.”

Werin fêrî zimanê xwe bibin 

Topbaş anî ziman ku ji ber ew ziman weke hebûna miletekî pênase dikin dixwazin gelê kurd jî zimanê xwe hîn bibe û di dawiyê de ev bang kir: “Em vê bangawaziyê li gelê xwe dikin, bila bên zimanê xwe hîn bibin û MEDYA-DER mala hemû xelkê Bedlîsê û mala gel e. Bila bên di mala xwe de zimanê xwe fêr bibin.”

MA/BEDLÎS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.