‘Fablên La Fontaine’ bi Kurmancî bixwînin

Nûçeyên Jiyan/Civak

Çarşem 23 Cotmeh 2024 - 00:53

Weşanxaneya Nûbiharê pirtûka bi navê “Fablên La Fontaine” ku ji fablan pêk tê çap kir. Pirtûk bi adaptasyona nivîskar û wergêr Memê Miksî derçûye.

Fabl, navê wî cûreyê çîrokan e ku qehremanên wan heywan in û li ser zimanê wan, xûy û xesletên mirovan têne vegotin; geh di despêkê geh jî di dawiya wan de ders û şîret hene û bi piranî bi awayê menzûm in.

Nivîskarê Fransiz ê klasîk Jean de La Fontaine (1621-1695) jî herçend ku di gelek warên edebî de -wek roman, piyes û şiîr- berhem dane jî, lê navê wî li cîhanê bi fablan nemir bûye. Ev fablên wî, hema bêje bi tevekê zimanên cîhanê hatine wergerandin; di kitêbên ders û perwerdeyê de hatine bicîkirin û li ber wana kitêbên pedagojîk û fîlmên karton ji bo zarok û ciwanan hatine adaptekirin. Mijarên çîrokên La Fontaine, bi piranî ji klasîkên Şerqê hatine girtin. Heta hin ji fablên wî û çîrokên me yên gelêrî jî hevdu digrin. La Fontaine, 12 pirtûk nivîsîne. Ev pirtûkana ji 238 çîrokan pêk tên.

Memê Miksî jî ji wergerên van pirtûkan yên Tirkî, 121 fabl adapteyî Kurmancî kirine. Miksî, wergera xwe bi wezneke kurt û sivik kiriye, û zimanekî hêsan û rewan bijartiye.

Memê Miksî 

Di sala 1988’an de li gundê Arincê ji dayik bûye. Arinc, girêdayî navçeya Miksa Wanê ye. Destpêka xwendinê li dibistana gund, a navê jî li navçeya Miksê qedandiye. Zaroktiya wî jî li heman gundî derbas bûye. Niha li Stenbolê dijî.

Berhemên wî

Ez û Ew, (Helbest), Weşanên Sîtavê 2018
Kenistan, (Pêkenok) Weşanên Sîtavê 2019
Bilûrvanê Gundê Bimişk (Adaptasyon) Weşanên Nûbiharê 2023
Mesnewiya Çirokan, Weşanên Nayê 2024
Fablên La Fontaine (Adaptasyon), Weşanên Nûbiharê 2024

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.