
FIRAZ BARAN / KOLN
Pirtûkên li ser muzîka Kurdî kêm in lê her ku diçe hejmara wan zêde dibe. Vê hefte pirtûkek nû hatiye çapkirin. Navê pirtûkê ev e; "Çîroka Zarokên Rojê û Agirî I".
Pirtûkê hunermend Rotînda û aranjor Merdan Zirav bi hev re amade kiriye. Di hundirê pirtûkê de gotin, note û çîrokên 50 stranên Rotînda cih digirin. Merdan Zirav noteyên stranan der xistiye û grafîka pirtûkê çêkiriye. Rotînda jî gotin û çîrokên stranan nivîsiye. Pirtûk bi formata A4 hatiye çap kirin û 142 rûpel e. Ji bo ku rûpel bi hêsanî werin zivirandin qiraxa pirtûkê bi têlê ve hatiye girêdan. Ev jî bo muzîkjenên li ser dikê girîng e.
Gelo di pirtûkê de kîjan stran cîh digirin? Stranên ku ketina pirtûkê ev in:
Lo Vedat, Çar Stêrk, Dîrok, Yekitî, Gûlê, Egîd, Kedkar, Şervanê Gelê Me, Dildarê Min, Bê Te Nabe, Dilşo, Sîser, Bawerî, Oxir Be, Çima Tenê, Delala Min, Qêrîn, Gerîla, Koçberî, Zîlan, Çarçela, Benda Te Me, Veqetin, Sê Jinên Azad, Êvarda, Avaşîn, Bihişt, Li Te Geriyam, Carna, Biçilmisî, Avî, Erdal Heval, Welatê Min, Gimgim, Nîvcû, Şev Nîvê Şevê, Newroz, Axîn, Ji Kerema Xwe, Ya Star, Roboskî, Koîro, Kurdim, Tekoşîna Jin, Dîlanê, Wenda, Sakîne, Heval Atakan, Nabihîsin.
Hunermend Rotînda ev stran di navbera salên 1990 û 2019ê nivîsiye û muzîka wan daniye. Gelo ev stran kîjan salê hatine nivîsandin? Yeko yeko agahiyên wan jî hene.
Rojên Îmzeyê
Bo pirtûka "Çîroka Zarokên Rojê û Agirî I" roja 27ê Kanûnê li bajarê Hannoverê û 14ê Çileya 2026 jî li bajarê Baselê rojên îmzeyê tê li dar xistin. Merdan Zirav axivî û got: "Em cîlda duyemîn jî amade dikin. Cîlda duyemîn jî wê bi gotin û note û çîrokan 50 stran cîh bigirin."
Lêkolînên li ser muzîka Kurdî kêm in. Nivîsandina gotinên stranan û derxistina noteyan bo lêkolînê qonaxa yekemîn e. Lewma Merdan Zirav û Rotînda xebatek hêja derxistiye û barê lêkolînan zivik kirine. Her wiha hinek stran hene ku winda nebûne û bi dehan sal in li ser zimanê me ne. Bi rêya pirtûka em niha hînî çîrokên wan jî dibin.
Wazîfeya Lêkolîneran
Dema cilda duyemîn a pirtûkê were çapkirin dê çi bibe? Bi tevahî 100 stranên Rotînda dê bi gotin û note û çîrokan were qeyd kirin. Wê çaxê wazîfeyek nû derdike bo lêkolîneran. Çi ne ev?
1- Antropologên çandî divê têkiliya berheman bi dîroka Kurdistanê û têkoşîna civakî ya serdema dawî re binirxîne.
2- Divê muzîkolog aranje û melodî û matematîka stranan şîrove bike. Gelo rêwitiya hunermend ji strana yekemîn hetanî a dawîyê çawa derbas bûye?
3- Divê rexnegirên muzîkê kêmasiyên hunermend derxin holê û pêşniyarên xwe bikin.
4- Herî dawî jî pêwîste îlma jineolojiyê stranên hunermend bi çavê jinan şîrove bikin.
Divê ev rêbaz ji bo hemû hunermend û komên girîng (Wek mînak: Aram Tîgran, Koma Berxwedan, Zozan, Şemdîn, Koma Botan a Qamişlo, Dilovan, Xelîl Xemgîn, Şehrîbana Kurdî û hwd.) bê kirin.
Îro êdî derfetên me zêdê bûne. Taybetî li Rojavayê Kurdistanê zanîngeh û dibistanên muzîkê vedibin. Divê lêkolînerên muzîkê der bikevin û muzîka kurdî bi nivîskî bihêlin bo dîrokê.










