
- Şanoya Cezayîrê, mîna eynika veguherînên civakî û çandî yên welat di dehsalan de jiyaye tê qebûl kirin. Hebûna jinan a li ser dikê jî, mîna mijarek nakok a di navbera kevneşopiyên mîrasgirtî û xwestekên ji bo rizgarî û afirîneriyê de diherike.
Ev jî, di navbera redkirin û qebûlkirinê de asê maye û wisa didome. Di çarçoveya 18’emîn Festîvala Şanoya Profesyonel a Neteweyî ya di 22’ê Kanûna 2025’an de dest pê kir û di 1’ê Çileya îsal de bi dawî bû de, gelek lîstik hatin pêşandan.
Bi taybetî jî lîstika bi navê "Pênc Jin û Wesayîtek" a ku çîroka pênc jinên ku heft sal û nîv bi awayekî ji cîhanê îzole jiyane vedibêje, balê kişand. Em bi temaşekirina vê lîstikê ferq bikin ku hebûna jinê ya li ser dika şanoyê, bi awayekî şênber baş bûye. Lê di heman demê de em ferd bikin ku li hinek herêman bandora astengiyên civakî yên hatine mîrasgirtin hê jî didome.
Allalou: Yek ji pêşengên tevgera şanoya Cezayîrê
Dema ku em berê xwe didin destpêka deh saliya sêyemîn a sedsala 20’an, em rastî nakokiyek girîng tên. Zor û zehmetiyên mezin ên ku şanoya zindî bûye, di mijara kişandina jinan û teşwîqkirina wan a ji bo beşdarbûna xebatên şanoyê de dikşîne. Allalou ya ku navê wê ya rastîn Alî Sallalî ye û mîna yek ji pêşengên tevgera şanoya Cezayîrê tê hesibandin, vê rewşê di bîranînek xwe de bi awayekî zelal tîne ziman. Allalou, destnîşan dike ku di vê demê de kêmbûna lîstikvanên jin pirsgirêkek cidî bû û dibêje “tu jin derneket ser dikê.” Allalou, da zanîn ji ber ku civaka muhafezekar jinên ku derdikevin ser dikê red dikir, mêr neçar diman rolên jinan bilîzin.
Hejmara şanogerên jin zêde bû
Piştî salan her çiqas hêdî be jî hinek guhertin hatin jiyîn û lîstikvanên jin ên pêşeng ên Cezayîrî dest bi derketina ser dikê kirin. Di nav wan de lîstikvana Cezayîrî Marîe Suzanne, lîstikvana şanoyê Aïcha Goury ya bi nasnav ‘Kalthoum’ tê zanîn û yek ji kesayetiyek mezin ên şanoya Cezayîrê Nourîa Kessderlî ya navê wê ya rast Hadîce Ben Aïda û yekem stêrka Ereb ku di Festîvala Fîlman a Cannesê de li ser xalîçeya sor meşiya, cih digire.
15 mêr û tenê 2 jin hebûn
Her wiha heyama damezrandina Civata Hunerê ya Eniya Rizgariya Neteweyî ya di sala 1958’an de li Tûnisê hatiye damezrandin û di dîplomasiya çandî û giştî de roleke girîng lîst, dikare mînak bê nîşandan. Di civata ku berhemên girîng ên mîna "Zarokên Bajarok", "Nemiran", "Ber bi Ronahiyê ve" û "Xwîna Azadan" pêşkêş kir de, li hember 15 lîstikvanên mêr tenê du jinên bi navê Riqîa Drî û Malîka Ibrahîmî cih digirt. Ev yek bi zelalî nîşan dide ku ketina jinan a qada lîstikvaniyê ji ber paşverûtiyên civakî û pêşdaraziyên ku rola jinan sînordar dikirin, çiqas dijwar bû.
Hewldanên ji bo jinên Cezayîrî
Ev rewş heta damezrandina Dibistana Hunerên Şanoyê ya di sala 1964’an de hat avakirin û piştî navê Enstîtuya Neteweyî ya Hunerên Şano û Koreografiyê hate dayîn, bêyî ku di astekî mezin de biguhere ma. Di vê serdemê de, hewildanên ji bo jinên Cezayîrî beşdarî şanoyê bên kirin derketin holê. Di nava vana de Sonya ya hunermendek ku gelek şanoyên ku pirsgirêkên civakî yên ku jin pê re rû bi rû dimînin, cudakarî, tundî û zexta rolan di navbera kar û malbatê de digre dest pêşkêş kir, cih digre. Lîstikên wê yên mîna "Fatîma" û "Hatta Altem", ji bilî performans û derhêneriyê bi hebûna xwe ya nerm jî bandor li nivîsandina şanoyan jî dike re, dikarin bi zelalî di çarçoveya şanoya femînîst de werin nirxandin. RABIA XERÎS/JÎNHA/CEZAYÎR







