
Li ÇandAmedê a ku li navçeya Bajarê Nû ya Amedê ye ji bo pirtûka bi navê “Çîrokên jinên di zindanê de” roja îmzeyê hat lidarxistin. Gelek nûnerên saziyên sivîl, komeleyên Jina û partiyê sivîl beşdarî bernameyê bûn. Nivîskara pirtûkê Mizgîn Ronak, hevseroka PENA Kurd Rojbîn Perîşan, parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Salîha Aydenîz û siyasetmedar Gulser Yildirim ve hat îmzekirin.
Di pirtûkê de 11 çîrokên jinên girtî yên zindanê derbas dibe. Berhevkirina pirtûkê ji aliyê Roza Metîna ve hatiye kirin. Edîtoriya pirtûkê jî ji aliyê nivîskar Enîse Şîrin û Roza Metina ve hatiye kirin. Pirtûk bi hevkariya Komîteya Jinan a PENa Kurd, MED-DER, Komeleya Wêjekarên Kurd, Enstîtuya Kurdî ya Amedê, Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hukumxwaran (MED TUHAD-FED) a Amedê hatiye çapkirin.
Jinên ku çirokên wan di pirtûkê derbas dibin, Besê Ozer “Şiyar”, Fatma Ozbay “Mirî birîndar nabin”, Xanim Yildirim “Xezal û av”, Leyla Saraç “Zerya-karwanê meytan”, Medya Yaklav “Mişkê”, Melîke Kaya “Welatek”, Mizgîn Ronak “Çîroka duyem”, Mulkiye Dogan “Hespên hêviyê”, Necla Yildiz “Rêwîtî” û Suheyla Taş “Ji xweliyê” di pirtûkê de hatine weşandin.
‘Kêm be jî em gihîştin miradê xwe’
Parlamentera DEM Partî Salîha Aydenîz jî axivî û got: “Her yek çîrokek wêneyek zindanê ye û ji ber wê jî ji bo keda derve pir girîng e. Girtîgeh neynika civat û dewletê ye. Ji ber wî her berhemek civatekî dide nasîn îro jî di vê pirtûkê de em rewşa vî welatî û civatê dibînin.” Piştre nivîskar Mizgin Ronak sernivîsê çîrokan xwend û wiha axivî: “Hevalên me yên niha girtîgehê de ne em îro gavek biçûk be jî gihîştin miradê xwe, roj were em bi hev re van pirtûkan bixwînin û îmza bikin.”
Nivîskar Rojbîn Perîşan axaftina dawî kir. Rojbîn Perîşan bal kişand li ser nivîskariya jinên girtîgehê û wiha got: “Ev çîrokan ne tenê hêst û ramanên jinên girtîgehê heman demê de heviyên wan êşa wan e û pêwîste ku em xwedî lê derkevin, wan tenê nehêlin. Ev hevok û çîrok bîra gelê kurd e. Ya girîng jî ew e em zindî bikin.”
Bername bi îmzekirina pirtûkan dawî bû.
NAVENDA NÛÇEYAN











