Wêjeya zarokan pêş dikeve

Nûçeyên Jiyan/Civak

Sêşem 22 Cotmeh 2024 - 00:59

Li Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol a 8`an, berhemên nû yên wêjeya zarokan ên bi Kurdî û Erebî jî tên peydakirin. 

Pirtûkên çîrokan ên ku nû derketine û beşdarî pêşangehê bûne, yên nivîskarên ji Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Rojhilat û Bakurê Kurdistanê ne. Li kêleka pirtûkan hejmarên îsal ên kovarên Mizgîn û Rona jî hene. Nivîskarên jin ên ji herêmê ku bi berhemên xwe yên wêjeya zarokan beşdarî pêşangehê bûne, behsa xebat û piştgiriya ku ji malbatan digirin, kirin.

Nivîskar û mamosteya wêjeya kurdî Evîn Teyfûr ji 2014`an de dest bi lêkolînê kiriye û ji 2022`yan ve çîrok nivîsandin. Di 2022`yan de 6 pirtûkên çîrokên zarokan derxistin û par pirtûkeke lêkolînê (Wêjeya Zarokan û Çîrok) ji bo zarokan derxistiye. Îsal jî bi pirtûka `Çîrokên Siya` beşdarî pêşangehê bûye.

Evîn Teyfûr destnîşan kir ku gelek mamoste ji bo xwendekarên xwe yên qonaxa seretayî çîrokan dibin û gelek piştgiriyê ji malbatan dibînin.

Rêzeçîrokên zarokan

Nivîskar Hebûn Mihemed nêzî 4 sal e lêkolînan dike û dest bi nivîsandina çîrokên zarokan kiriye. Hebûn Mihemed 2 rêzeçîrokên zarokan derxistine, yek jê ku ji 10 çîrokan pêk tê û sala 2022`yan derxistiye. Hejmara rêzeçîrokên ku îsal bi wan beşdarî pêşangehê bûye, ji 5 çîrokan pêk tê. Hebûn Mihemed da zanîn ku ew li bajarê ku lê dimîne heta asteke baş bi rêya Nivîsgeha Yekitiya Rewşenbîran a Kantona Cizîrê rêzeçîrokên xwe belav dike.

Kovara Mizgîn

Kovara Mizgîn pêveka rojnameya Ronahî ye û ji sala 2012`an ve dest bi weşanê kiriye. Mehê du caran bi kurdî, erebî û suryanî tê derxistin. Li pêşangehê beşeke taybet ji bo kovara Mizgîn hatiye veqetandin.

Kovara Rona

Yek ji amadekarên kovara Rona, Rona Egîd (15) ji bajarê Qamişlo ye, ji 2023`yan de kovar tê weşandin û bi 6 hejmarên kovara Rona beşdarî pêşangehê bûye. Rona Egîd da zanîn ku ji bo xurtkirina têkiliya zarokan bi zimanê kurdî ve ew dixwaze li herêmê kovar were belavkirin, lê hîn jî daxwazên wergirtina kovarê ji aliyê pirtûkxaneyan ve kêm in. Kovara Rona tenê li pirtûkxaneya Rona ya li Qamişloyê tê peydakirin.

Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol a 8`an li Hola Zana ya Qamişloyê heta 22`yê Cotmehê (îro dawî ye) dê dewam bike.

ANHA/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.