Şoreşa Rojava û hilberîna wêjeyî

Nûçeyên Jiyan/Civak

Pêncşem 24 Cotmeh 2024 - 00:53

NÛJIYAN ADAR / ANF / QAMIŞLO

Şoreşa Rojava kir ku wêje ji  ve çêbibe; bi dewlemendiya pirzimanî berhemên ku zanebûna civakê zêde dike, ji gel re hatin pêşkêşkirin. Fûara Pirtûkan a Şehîd Herekol bû semboleke xurt a vê guhertinê. Çirûska şoreşê ya ku di sala 2012’an de li Kobanê vêket, bû werçerxeke ku Şoreşa Rojava mohra xwe li dîrokê xist. Ev şoreş ji têkoşîna leşkerî û siyasî wêdetir, pêvajoyek bû ku bû sedemê jinûve şînbûna wêje, huner û fikir. 

Nêzî nîviya pirtûkên di fûara îsal de hatine pêşkêşkirin, ji Kurdî pêk tên; her wiha, hema bêje nîviya wê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatine nivîsîn û ev yek jî hilberîneriya çandî ya herêmê radixe ber çavan. Di fûarê de berhemên jinên nivîskar jî xwedî cihekî taybet bûn; ji sedî 25’ê pirtûkên hatine pêşkêşkirin ji aliyê jinên nivîskar ve hatine nivîsîn, ev yek bal dikişîne ser girîngiya jinê ya ji bo wêjeyê. Li gorî salên borî hem temsîla jinên nivîskar hem jî zêdebûna berhemên di Kurdî de hatine nivîsîn, nîşan dide ku Rojava û rewşa wê ya wêjeyî ya li derdora wê bi rengekî dînamîk pêş ketiye. Pirtûkên Rêber Apo yên bi navê Şaristanî: Xwedayên Bi Maske û Serdema Qralên Nixumandî, Şaristaniya Kapîtalîst: Xwedayên Bê Maske û Serdema Qralên Tazî, Sosyolojiya Azadiyê, Li Rojhilata Navîn Krîza Şaristaniyê û Çareseriya Şaristaniya Demokratîk û Çareseriya Netewa Demokratîk: Di Pencê Qirkirina Çandî De Parastina Kurdan ya bi 5 beşî, xwedî cihekî girîng bûn.

Ji berxwedanê destnîşan dikin

Weşanxaneya Akademiya Jineolojiyê, dengê xurt ê jinên nivîskar bi dika wêjeyê da qezenckirin û bandora xwe ya balkêş didomîne. Di vî warî de berhemê Zozan Sîma ya bi navê “Notên Dersên Jineolojî”, ya Nagîhan Akarsel a bi navê “Xwelî” û ya Rojbîn Denîz a bi navê “Berxwedana Zeriyan” û gelek berhemên din, şahidiyên jinan, têkoşîn û cîhana wan a xeyalê bi rengekî xurt nîşan dide. Ev berhemên ji aliyê jinên nivîskar ve hatine nivîsandin, hafizayeke kolektîf, berxwedan û werçerxekê tîne ziman. Her pirtûkek hêmanên girîng ên guhertina civakî, têkoşîna azadiyê û wekheviya zayendî digire nava xwe. Bi taybetî ev xebatên ku di wateya Jineolojiyê de şêwe girtine, rola jinan a di nava civakê de, mîsyona wan a dîrokî û potansiyela wan a pêşerojê destnîşan dike û nîşan dide ku wêje di rastiyê de dikare bibe amûreke têkoşînê. Ev berhemên ku bi felsefeya kûr a “Xwelî” û vegotina balkêş a “Berxwedana Zeriyan” bûne yek, ji bo xurtbûna dengê jinan tevkariyê dike. Kovara “Asoya Jinan” a demsalî, di rafan de ji xwe re cihekî girîng bi dest xist û platformeke xurt pêşkêşî deng, nêrîn û ezmûnên jinan kir. “Asoya Jinan” mijarên cur be cur dinirxîne û nêrîn û têkoşîna jinan nîşan dide.

Berhemên SZK’ê girîng in

Saziya zimanê Kurdî jî cara ewil beşdarî Fûara Pirtûkan a Şahîd Herekol bû. 11 berhemên wê yên di fûarê de hatin pêşandan di warê xurtkirina çandî û akademîk de xwedî roleke girîng in. Hewlên Saziya Zimanê Kurdî yên ji bo pêşketina ziman û wêjeya şoreşê, têkildarî zimanî pêşketina zîhniyeta civakê, bi rêya zimanî armanca veguhastina nirxên civakî û yên di pêşxistina wêjeya Kurdî de rê vedike ku ji aliyê xwîneran ve eleqeyeke mezin were nîşandan. Her wiha beşdarbûna Saziya Zimanê Kurdî ya ji bo fûarê di warê nasandina ziman û çanda Kurdî de gelekî girîng e.

Beşa zarokan jî eleqe dît

Bi armanca mezinkirina nifşekî nû ya girêdayî bingehên rast, di fûarê de ji bo zarokan jî beşek hate vekirin û di beşa zarokan de kovar, xêzeroman û çîrokan cih girt. Berhemên ku li ser mijarên weke jiyana kolektîf, aşitî, edalet, demokrasî û wekheviyê disekinin, gelekî bala zarokan kişandin. Ji ber vê yekê zarokan jî eleqeyeke mezin nîşanî pêşandanê dan. Her wiha di beşa zarokan de karîkatûran jî cih girt.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.