Ehmed ji bo Nobelê namzet hat nîşandan

Nûçeyên Jiyan/Civak

Yekşem 12 Cotmeh 2025 - 15:40

  • Parlamenterên Partiya Sor a Norwêcê Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed û rojnamevanê girtî Şerwan Şerwanî ji bo Xelata Aştiyê ya Nobelê ya 2025'an namzet nîşan dan.

Parlamenterên Partiya Sor a Norwêcê (Rødt) Seher Aydar û Mimir Kristjansson Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed û Şerwan Şerwanî yê ku ji ji ber karên xwe yên rojnamevaniyê ji Cotmeha 2021'ê û vir ve li zindanên PDK'ê tê ragirtin ji bo Xelata Aştiyê ya Nobelê namzet nîşan dan.

Parlamentera Partiya Sor Seher Aydar diyar kir ku Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (AANES) Îlham Ehmed ji ber hewldanên xwe yên diyalog, mafên jinan û aştiya li herêmê ji bo Xelata Aştiyê ya Nobelê namzet nîşan da.

Seher Aydar bal kişand ser hewldanên Îlham Ehmed ên ku hewl dide aliyên şer ên li Sûriyeyê tevlî diyalogê bike û bêyî cudahiya nasnameya olî û etnîkî bike paşerojeke hevpar ava bike. Îlham Ehmed ku bi taybetî bi têkoşîna xwe ya li qada mafên jinan, bi hewldanên xwe yên xurtkirin û rêxistinkirina jinan a di nava şert û mercên şer de li qada navneteweyî hêja tê dîtin.

Parlamenterê Partiya Sor Mimir Kristjansson jî rojnamevan Şerwan Şerwanî ji bo Xelata Aştiyê ya Nobelê kir namzet ku ji ber têkoşîna xwe ya azadiya fikrî û têkoşîna li dijî nelirêtiya li Kurdistanê di zindanê de ye. ANF/OSLO 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.