- Serdema ku em tê de dijîn serdema teknolojî û internetê ye. Nivîskar û mamostayên Silêmaniyê jî diyarkirin ku ji ber karanîna internetê perwerdeya zarokan astengbûye, her wiha asta wêjeya zarokan jî lewaz kiriye.
Li gel du lingên esas yên civakê; ciwan û jin, zarok jî pêşeroja civakê ne. Di warê wêjeyê de pêşxistin û perwerdekirina zarokan, temenê civakê sexlem û demdirêj dike. Pêşxistina wêjeya zarokan ji bo perwerdekirin û pêkanîna prensîbên jiyanê yên mirovî de çavkaniyeke girînge ku gelek beşên wê wek honrawe, dengbêjî, helbest, stran, çîrok, roman û weke din hene. Lê li gorî mamosta û nivîskarên Kurd di roja me ya îro de karanîna şaş ya internet û teknolojiyê di warê wêjeyê de pêşxistina zarokan nerênî bandorkiriye.
Nivîskar Awat Ebubekir têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî û wiha got: “Wêjeya zarokan ji dîrokê ve ji aliyê wêjevan û nivîskarên navûdeng yên wek Ehmedê Xanî, Şêx Marufê Nadê, Bêkes, Bextiyar Zêwer û Goran ve, giring hatiye dîtin. Herçiqas nivîsên wan li ser zarokan bin jî, naveroka helbestên wan şeqamek li hember dagirkerên wê demê bû. Di roja me ya îro de internet pêşketina zarokan di warê wêjeyê de asteng kiriye. Tevî vê jî, beşek helbestvanên weke Pakj û Mamosta Elî Heme Reşîd karên baş kirine. Em hêvî dikin ku ev di rêziknameya perwerdeyê de cih bigire.”
Divê ferhenga li gor temenan hebe
Di derbarê heman mijarê de Mamostayê xanenişîn Dara Hemed Hewramanî nêrînên xwe anî ziman û got: “Di dema berê de giringiyek mezin ji bo wêjeya zarokan dihate dayîn. Lê niha ji ber pêşketina internetê ev nirx kêmbûye. Pir girînge kesên ku di perwerdehiya zarokan û wêjeya zarokan de dixebitin û dinivîsin divê di zaravayên cuda de jî şareza bin. Her wiha girînge ku ferheng û wêjeyek zarokan ku li gorî komên temenê zarokan be, hebe.” Mamosta Dara Hemed destnîşan kir ku giringiya berê ji bo perwerdekirina zarokan dihat dayîn, lewaz bûye û wiha domand: “Berê di asta seretayî de waneyek bi navê perwerdeyê hebû ku qala sirûda netewî û niştimanperweriyê dihat kirin. Mamostayan bi hînkirina sirûda netewî ya “Ey Reqîb” dest bi waneyê dikirin. Lê mixabin ev yek êdî ne wek berê ye.”
Ji ‘Nûbihara Biçûkan’ heta îro Kurdistan û zarok
Pirtûka herî kevin ya ji bo zarokên Kurd hatî çapkirin, ‘Nubihara Biçûkan’ e. Ev pirtûk ji aliyê wêjevanê Kurd ê navdar Ehmedê Xanî (1650-1707) ve di sala 1682’yan de hatiye çapkirin. Dagirkerên nijadperest ên her çar parçeyên Kurdistanê ji dema dagirkirina Kurdistanê heta niha li dibistanan zimanên Tirkî, Farisî û Erebî fêrî zarokên Kurd dikin. Lê tevî van hewldanên qirêj jî nekarîn zarokên Kurd ji ser dikê rakin. Nekarîne hesta kûr a Kurdayetiyê, evîn û hezkirina Kurdistanê ji dilê zarokên Kurd derbixînin.