Heyva Sor a Kurd li herêmên komkujiyê ne

În 5 Îlon 2025 - 03:25

Hevseroka Heyva Sor a Kurd Hediye Abdula derbarê alîkariyên ji bo bajarên peravê û herêma Siwêdayê tê kirin de nirxandin kir û got:"Li bajarên peravê komujî hat kirin. Me hewl da em 12 tir xwarin û alavên paqijiyê bişînin. Lê destûr nedan alîkariyên Heyva Sor. Ji ber vê me di bin navê Mezopotamyayê de şand."

Di meha kanûnê de rejîma Baasê hilweşiya û hikûmeta demkî ya Şamê hat avakirin. Ji roja hikûmeta Şamê ya Demkî hat destilatdariyê şûnde li hember baweriyên cuda jî hewldanên êrîşê pêk anîn. Di meha sibatê de li hember Elewiyan êrîş dan destpêkirin. Di êrîşan de bi sedan kes hatin qetilkirin û di nav de jin jî hene bi dehan kes hatin revandin. Rêveberiya Xweser ji bo rawestandina êrîşan bang bike jî hikûmeta demkî guh neda bangan.

Heyva Sor a Kurd ku alîkarî dikir hat astengkirin. Tevî hemû atengiyan Heyva Sor a Kurd bi alîkariya saziyek din alîkariyen xwe domand.

Hevseroka Heyva Sor a Kurd Hediye Abdula der barê mijarê de axivî.

HediyeAbdula da zanîn ku Hevya Sor a Kurd ji 2012’an heta niha xebatên xwe dimeşîne û got li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê navenda wan heye. Hediye Abdullah destnîşan kir ku nêzî 60 ambulansên wan hene.

Hediye Abdula wiha dirêjî dayê: “Li bajarên peravê komujî hat kirin. Me hewl da em 12 tir xwarin û alavên paqijiyê bişînin. Lê destûr nedan alîkariyên Heyva Sor. Ji ber vê me di bin navê Mezopotamyayê de şand. Bi logoya Heyva Sor destûr nedan tu alîkarî bikeve hundir.  Wê pêvajoyê me logoya xwe rakir. Ji ber me dixwest em alîkariyên xwe bigihînin wir. Me bi vî awayî alîkarî şandin. Me alîkarî şand ji 65 gundên herêma peravê. Me alîkariya sê hezar wesayîtî şand Reqayê. Lê li Siwêdayê  komkujiyan dest pê kir û destûr nedan van alîkariyan.”

JINNEWS/NAVENDA NÛÇEYAN/DERYA REN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.